Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Saziya Karûbarên Civakî: %95 ji jinan baweriya wan bi hicabê heye

15:41 - 22 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Serokê Saziya Karûbarên Civakî ê welat ragehand ku li ser bingeha lêkolînan zêdetir ji %95 a jinan baweriya wan bi hicabê heye.

Teqî Rostemwendî li dijkiryara bi hereketa keçên ku li ser şeqaman xavikê li ser serê xwe radikin, ragehand ku Hicab yasaya welat e, û kesên ku bona meremeke siyasî vî karî dikin dibe ku ji hêla Dezgeha Dadweriyê ve rastî lêpirsînê werin, lê kesên ku bi sedema baweriya xwe kiryarên li dijî prensîpên civakî encam didin, dibe ku ji aliyê organên pêwendîdar ve serederî digel wan bê kirin.

Ew îdia di demekê de tê kirin ku encamên serbixwe ji lêkolînan nîşan didin, ku piraniya civaka Îranê li dijî hicaba bizorî ne. Di heman demê de serederiyên polîsî ji aliyê geştên Irşad û aliyên qezayî ve digel wan jinên ku hicabê berçav nagrin dom heye. Heya niha gellek ji wan jinên ku li ser şeqaman xavikên xwe radikin hatine girtin.