Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li pişt hemû pirsigirêkên Rojhilata Navîn e

15:45 - 22 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Nûnera Amerîkayê, di civîna Şêvra Ewlehiyê ya saziya NY de tekez kiriye ku, destê rejîma Îranê li pişt kirîzên Yemen, Sûriyê û Lubnanl eşkere ye.

Nûnera Amerîkayê, “Nikky hellay”, di civîna roja Sêşemiyê de, ji bo carake din rejîma Îslamî a Îranê, wekî sebebkarê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi nav kir.

Hellay roja Sêşemî 1`ê Reşemeha 1396`an, di civîna şêvra Ewlehiyê ya saziya NY de da zanîn ku, hekî bi rengekî hûr çav li kirîzên Sûriyê, Yemen, Lubnan, Misr û herwisa berdewamî û binbirnebûna DAÎŞê bikin, dest û rola rejîma terorîstperewer a Îslamî a Îranê, xûya û berçav e, lê mixabin NY wan nabîne.

Ew civîna bi armanca çareserkirina pirsgirêkên Felestînê hatibû rêkxistin. “Nikky Hellay” di beşeke din a axavtinên xwe de got ku, Rojhlata Navîn tenê Felestîn nine, û NY di vê derheqê de şaştiyeke mezin encam dide.

Di wê civînê de “Mehmûd Ebas” Serokê Herêma Xwebirêveber a Felestînê, li Şêvra Ewlehiyê daxwaz kir da ku, dewleta Felestînê bi fermî nas bikin, û heriws daxwaz jî kir ku, Urşelîmê weke paytexta Felestînê erê bikin.

Herwisa derheqê axavtinên “Mehmûd Ebas”, “Nikky Hellay” ragehand ku, zêdexwazî û gefxwarin tu demî bi qazanca Felestînê nine, û Urşelîm jî weke paytexta Îsraîlê ye û ev jî biryara me ye û neguhere. Navbirî herwisa got ku, Herêma Xwebirêveber a Felestînê tenê du riyê wê heye: Yan gotûbêj û sazan bike, yan jî riya dijwar ya şer hilbijêre.

Di vê civînê de, “Danni Dnoon” nûnerê Îsraîlê yê di saziya NY de, ji “Mehmûd Ebas” re got ku, hûn beşek ji çareseriyê nînin, belku hûn bi xwe pisgirêk in.