Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja zimanê dayîkê li ser çiyayên Kurdistanê, hat pîrozkirin

15:51 - 22 Şibat 2018

Kurdistnmedia: Hêza Taybet a PDKÎ li ser çiyayên Kurdistanê, bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê, rêûresmeke taybet bi vê rojê lidar xistin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, li ser çiyayên Kurdistanê ji malpera Kurdistanmediayê re ragehand: Roja Çarşemî 2`ê Reşemeha 1396`an, Hêza Taybet ya PDKÎ li ser çiyayên Kurdistanê rêûresmek bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê lidar xistin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derbarê de ragehand ku, di vê rêûresmê de ku bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê hatibû lidarxistin de, fermanderên leşkerî, kardrên siyasî û leşkerî û pêşmergên Hêza Taybet beşdarî kiribûn.

Herwisa di vê rêûresmê de, birêveberên vê rêûresma taybet bi boneya roja cîhanî a zimanê dayîkê derheqê vê rojê de axavtin, û bas ji girîngî û nirxa zimanê dayîkê kirin.