Kurdistanmedia: Cihgirê pêşîn ê Navenda Hevbeş ya Hêzên arteşa Amerîkayê di hemberî gefên Îranê de bas ji vê kiriye ku dibe NATO a Erebî pêk were.
Navbirî di gotûbêjekê de digel Fax News de derheq kiryarên rejîma Îranê di navçeyê de bi taybetî li Sûriyr û Yemenê de ku karesateke mirovî lê ket, bas ji vê kiriye ku ew rejîma li hemberî welatên Erebî de gefa stratejîk e, û Amerîka dibe hevpeymaniya Erebî bike endamê NATO, yan Nato a Erebî pêk bîne.
Cihgirê pêşîn ê Navenda Hevbeş ya Hêzên Bejahiyê a arteşa Amerîkayê bas ji vê kiriye ku rejîma Îranê Rûsiye aniye Sûriyê, û ew rejîm bi têkdanê di navçeyê de bûye sedema nearamiyê û karesata mirovî, û dibe ku em di hember de bisekinin.
Welatên navçeyê di hemberî kiryarên Îranê û destêwerdana di nava karûbarên welatên xwe de ji aliyê rejîma Îranê ve û palpiştîkirina vê rejîmê ji girûpên terorîstî, gellek caran nerazîbûna xwe nîşan dane, û daxwaz kirine ku dest ji nearamkirina navçeyê hilgire, ew alî pêkanîna hevpeymaniya Erebî bona pêşîgirtina ji nifûza rejîma Îranê di navçeyê de bi riya herî baş dizanin.