Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya 16`an a PDKÎ bidawî hat

16:06 - 24 Şibat 2018

Kurdistanmedia: 16`mîn kongireya PDKÎ piştî çend rojan karê berdewam bi serkevtin ve bidawî hat.

Nûçegihanê malpera Kurdistanemdia li cihê birêveçûna Kongireya 16`an a PDKÎ ragehand, ku demjimêr 23:00, rêkewt 4`ê Reşemeha 1396`an Kongireya 16`an a PDKÎ bi awayekî serkevtî dawî bi karên xwe anî.

Nûçegihanê malpera Kurdistanemdia raeghand ku Kongireya 16`an a PDKÎ piştînîvroya roja Sêşemiyê 1`ê Reşemeha 1396`an li jêr navê Rasana Rojhilat dest bi karên xwe kir, û pişt çend rojan karê endamên kongireya 16, rêkewt 4`ê Reşemeha 1396`an dawî bi karê xwe anî.

Di vê kongireyê de Mistefa Hicrî ji aliyê endamên kongireyê ve wekî lêpirsrawê giştî yê PDKÎ hate hilbijartin.