Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa referandomê

14:22 - 25 Şibat 2018

Kerîm Perwîzî

Rojên borî dem û wextên hestiyar ê temenê Komara Îslamiya Îranê derdixist. Di van rojan de û piştî serhildana xelkê bêzabûyî yê raserî Îranê, û piştî serkut û tundûtîjiya ji qasê zêde di hemberî vî xelkê nerazî de, dema axavtina seranên rejîmê bû ku eşkere bike ka gelo di serkutkirina xelkê de karîne bigihîjin asta serkevtina dilxwaz ya rejîma stemkar a xwe yan na? Herçend ku Xamineyî û fermandeyên spahê ragehandin ku şer û ajawe û têkdan bi dawî hat.! lê gellek nekêşa ku kêşeyên wan ên kûrtir derketin, û Ehmedînijad mohreyê destçêkirî ê Xamineyî li ber çavê cîhanê deshilata qezayî û rêberê rejîmê bire jêr pirsyar, û Ruhanî mohrê emniyetî ê dilxwazê Xamineyî jî ragehand ku dibe qiseyên xelkê bibihîzin, hekî ne, çarenivîsa şah li ser riya deshilatdar wate Xamineyî ye, û piştre jî di civînekê de basê giştpirsiyê anî gorê. Ew gotinên seranên rejîmê, hekî em li rex gotinên Cenetî Şorayê Nigehban danên, nîşana vê ye ku rejîma Komara Îslamî hest bi dema mergê xwe kiriye, û li pey deriyê dirêjkirina temenê biyom ê rejîmê digerin.

Cuda ji Rûhanî kesên din jî bi çend dîtingehên cuda bas ji referandomê kirine, ku niha bûye bas di nava kom û civînên siyasiyan di Îranê û li derveyî Îranê de. Ew referandom ku Rûhanî bas dike di çarçoveya yasayên Komara Îslamî de ye, û herçend bixwe baskirina ji referandomê nîşan dide ku serkomarê rejîmê jî ji dugmbûn û çeqîna rejîmê di nav qofiya kirîzên destçêkiriyên xwe de kiriye, lê ew referandoma wî, bo zexta siyasî û bo band û girûpên din, û poanwergitin ji wan û cardin xwelîkirina di nav çavên xelkê de ye. Jiber ku derevbûna hemû qewl û sozan hatine selimandin.

Referandomek ku bi nav reformxwaz bas dikin, bo guherîna hinek xalan di yasaya bingehîn ya Komara Îslamî de ye, û di ratsî de li jêr navê parastin û ragirtina rejîma Îranê de dixwazin ku rejîma Komara Îslamî bi rûçikek xapînoktir ve bimîne.

Referandomeke din ku cihê jêhûrbûna zêdetir e, hinek ji girûp û hizb û çalakên siyasî li dijî Komara Îslamî bas ji referandomê bo diyarîkirina sîstema rejîmê dikin ku tê wateya derbazbûna ji Komara Îslamî, lê dixwazin ku bi daxwaziyeke bi berçav îroyîn û demokratîk vê rejîmê biguherin, bo rejîmeke din.

Di vî warî de çend tişt cihê pê li ser dagirtin, û rawestiyana zêdetir in, ku ew jî ew in ku ger rejîma Îranê, ku rejîmeke dîktator e, gelo kî vê referaqndomê wê bi rê ve bibe, ku diruşm jê re tê dayîn? Xwe piroseya birêvebirina referandomê hewcehî bi dehan hezra pirsonel û heyameke zemanî ya piropagendeya aliyan bo bîr û raya xwe û …hwd heye, ew deshilata ku vê rewşa paqij û demokratîk amade bike bo referandomeke weha, ku encama wê jî nehê dizîn û têde tezwîran neke kîjan dehsilat e?

Pirseke girîng a din ew e ku li dema berdewamiya Komara Îslam bi hemû hêz û şiyana leşkerî ya dezgehên xwe ên serkutkar gelo kî tezmîna emniyetî ya dengderan, û herwisa bangewazkerên rejîmeke nû dike?

Ji wan jî girîngtir ew e ku gelo biryar ew e ku dîroka çewtekarî û talankirin û xwelî li çavkirinê dubare bibe.? Di hemû cîhanê de piştî her şoreşekê di sîstemeke nû de ku cihê rejîma pêşîn digre, di pêş de, yasaya bingehîn û çarçoveya giştî ya çawaniya pêkvejiyana xelkê û gelên welat tê nivîsandin, û ew yasa dikeve nava dengdaneke giştî de, ne ew ku wekî Komara Îslamî ku referandomeke çewtekarane kirin ku gelo Komara Îslamî dixwazin yan na? Kesê nedizanî Komara Îslamî çî ye, da ku bixwazin yan na, û kes jî ew bijarde nexistibûn ber destan, ku gelo hekî Komara Îslamî nexwazin çi tişteke din heye?

Niha gelo biryar waye ku piştî nêzîk bi çil salan ji temenê biyom ê rejîma serkutkar û hov ya Komara Îslamî dubare heman fêlbaziyê peyrewe bikin, û bas ji referandomê bo navê rejîma bihê bê kirin, bêy vê ku bizanin di sîstema bê de çendên din têne serkutkirin, û bi navê tiştên pîrozkirî ên din, bi dehan û bi sedan kesên din ji me dikujin û îdam dikin?

Tenê refrandoma demokratîk û rastîn piştî rûxana Komara Îslamî û nivîsandina yasayeke bingehîn li ser bingeha pirsensîpên demokratîk û jiyana azad ya hemû neteweyên nava Îranê tê kirin, ku di vê referandomê de, ew yasa bikeve dengdanê, û bibe peymana pêkvejiyanê , nek emraza pîrozkirina şik û guman, û şemşîra kuştara xelkê.