Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewletên rojavayî û Efrîn

14:30 - 25 Şibat 2018

Selahedîn Çelîk

Ew deyndarê Kurdan in. Di şikestina DAIŞê de para kurdan mezin e, mal û warê kurdan wêran bû, bi hezaran jiyana xwe ji dest dan. Bendewarî hesteke însanî ye.

DAIŞ di bin çavdêriya sîxuriya Tirk de, ser Tirkiyê ve belavî dinyayê bû. Dezgeh, îro jî li ser kar e. Tenê nav diguhere. Bîrdozî û siyaseta dewletê, tundrewiyê diçîne.

Dewletbûn dibe destûrmendiyek e. Binbariyên têkiliya dewletan, hene. Dewleta tirk, dê destûrmendiyê di binpêkirina zagonên navneteweyî de bi kar tîne.

Bûyera Efrînê, ji pirsa Kurd tê. Birîtanya û Frensayê ew pirs afirandin, Amerîka û Rûsyayê statuko parastin. Divê mirov navê pirsê eşkere bêje, nexwe êş dê xwe dubare bike.

NATO dibe sedemê bêdengmayînê?

Ma ji endamtiya Tirkiyê tiştek maye? NATO li himber Sovyetan (Rûsyayê) damezrandibûn. Îro Enqere ji Brûkselê zêdetir, nêzî Moskovayê ye.

NATO (xwedêgiravî) parêzvaniya demokrasî û azadiyan dike. Tirkiyeya îro? Desthilata Tirk, neyartiya wan nirxan dike.

Em werin pirsa parastina sînoran. Kî êrîşî Tirkiyê dike? Ne ti kes. Ew êrîşî herkesî dike, him jî li derveyî sînorên xwe. Li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê çi karê leşkerên Tirk heye?

Mijar Sûrîye be, li seranserê tixûb têldirik, mayîn, qereqol, kozik hene, sîstema lazerê û elektronîk heye. Ev çend sal in, diwar jî tê avakirin.

Rastiyê bi zanebûn xelet dixwînin. Herdu aliyên tixûb, Kurdistan e. Sînor li ser koletiya Kurdan çêbûye. NATO tixûbên kolonyalîst diparêze. Îro jî derewê bi dinyayê didin xwarin û herwiha rê ji nîjadkujiyê re vedikin.

Pirs, berjewendî ye. Di pişêsaziya leşkerî û aboriya Tirkiyê de para wan heye. Mixabin ne jiyana Kurdan, lê ew berjewendî li pêş in.

Ji wan weye, ew dikarin Enqerê bînin qeysa berê. Berdêl jî, Kurd in. Divê mirov heqê vê tişta Erdogan bidê: Ew baş bi hevbendên xwe yên NATOyî dileyize.

Operasyona sînordar

Ev ji devê rayedarên NATO û YEyê Ewropayê nakeve. Çi ye ew? Êrîş, êrîşa dagirkeriyê ye. Êrîşî gelê Kurd dikin. Artêşa Tirk, bi Cîhadîyên komkujer û nîjadkujer re êrîş dike.

Dîsa jî ew çima hişyariya sînordariyê didinê? Haya wan jê hebû? Ma Enqere divê NATOyê ji êrîşa xwe agahdar neke? Serê 2018ê di serdana Erdogan a Parîsê de, ev mijar hat rojevê? Heke Enqerê sozê operasyona sînordar dabe wan, diyar e ku careke din ew wan dixapîne.

Teror dibe mehne?

Ew deq li PKKê dane. Herkesî pêve girê didin, herwiha deriyê her gunehkariyê vedikin. Lê dewleta netewekê dikuje, ma ti navî heq nake?

Ma ew destûrmendiya dewletan heye, ku deqa terorê li dijberê xwe bidin? Em bêjin yekê kir, çima yên din wê dişopînin?

Ma êdî çi wateya pîvanên navneteweyî ma ye? Herkes ji yên din re dibêje terorîst. Heya bêjî tevlîhevî! Hizbullaha Libnanê bo DYAyê terorîst e, lê ew berdilê Tehranê û hevbendê Moskovayê ye.

Enqere bi Ewropayê dileyize. Dibêje, ew êrîşî terorîstên PKK, PYD, YPG û DAIŞê dike. Çima DAIŞ? Ma ew ne rêxistina te ye? Balkêş e, HSDya hevbendê DYAyê (vêga) tevlî nake. Enqere dikare her tiştî bêje, lê tê. Çima yên din?

Kî çi bêje bila bêje, ev eşkere ye: Dewleta bi sedemên nîjadperestî êrîşî netewekê dike, navê terorîstiyê bi zêdeyî heq dike. Yên piştgirî didinê jî, ji şermezarkirina dîrokê nafilitin.

Ma Ewropa ne dara bin xwe dibire?

Ewropa hêlîna mafên sivîl e. Bi wê destûrmendiyê, destê xwe dirêjî êşên welatan dikir. Bêguman bi berjewendiyên emperyalîst re gêrekirî. Dîsa jî ew hestyarî, ji bo gelan hêvî û ewleyiyek bû.

Dinya guherîye. Bandora navêndên din zêde dibe. Bi taybetî Moskova, Enqere û Tehran, hinardeya nirxên dijî demokrasî û mafên mirovan dikin, him bi hêza çekan.

Ewropa çiqas diçe gava paş tavêje. Di bûyera Efrînê de ji berpirsiyariyê direve. Bertek heye, lê têrê nake. Rojhilata Navîn ji dest here, otokrasiyê jixwe berê xwe daye Ewropayê. Li vir û wir, YE qereqolên xwe winda dike. Encameke din, baza nîjadperestiyê ye. Ewropa nikare di rikeya cam de xwe biparêzê. Efrîn ne bûyereke ji rêzê ye.

Du kongre

Li Soçî zilamê Moskova, Enqere û Tehranê civiyan. Kurd tinebûn. PYD nexwestin, baş bu ku ew nexwestin. ENKS ji ber êrîşa Erfînê neçû, baş bû ku ew neçû. Biçûna jî, tiştek bi dest nedixistin. Ji wan platforman nan dernakeve.

Yek destkeftiya kurdan çêbû: Li ber yekîtiyê mehne neman.

Kongreya CHPê çêbû. Min li encamnameyê nêrî. Bo Kurdan ev digot: Pirsa kurd, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û di çarçoveya yekîtiya neteweyî û lihevkirina civakî de wê bê çareserkirin.

Çîroka berê ya Kemalîst. Heke bi wê rê çareser bûbûya, çima wê ji 1920ê heya 2003yê we ew çareser nekir?

Kurd gellek xeletiyan dikin, lê tiştek rast kirin; ji CHPê dûr dimînin. Ji bêhişên evîndarê kujerê xwe, jixwe ez bêhêvî me.