Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna kongireya 16-an a PDKÎ bi rê ve çû

21:34 - 25 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Cejna bidawîhatina serkevtiyane ya 16-mîn kongireya PDKÎ bi awayekî bicoş li binkeya serekî ya PDKÎ bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemiyê rêkewt 5`ê Reşemeha sala 1396-an, cejna bidawîhatina serkevtiyane ya kongireya 16-an ya PDKÎ bi beşdariya endamên nûhilbijartî ên kongireya 16-an bo Navenda Siyasî, kadr, pêşmerge û malbatên PDKÎ bi rê ve çû.

Destpêka cejnê bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî bo rêzgirtina ji rêbaza şoreşgerane ya tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê û malbatên şehîdan û bi taybetî şehîdên “Rasan”ê dest pê kir.

Di beşa yekem ya cejnê de, birêz Mistefa Hicrî lêpirsrawê giştî ê PDKÎ hilbijartiyê kongireya 16-an çend gotinek pêşkêş kirin.

Hicrî di axavtina xwe de ku taybet bû bi cejna kongireya 16-an li çend tewerên serekî de bas ji çawaniya birêveçûna kongireya 16-an kir.

Hicrî destpêkê de bas ji vê kir ku emniyeta kongirê û ew rewşa ku kongire tê de bi rê ve çû, karekî bê mînak bû, eva di vî warî de girîng bû, ku em pêştir hatibûn agehdarkirin ku rejîma Îranê pîlan heye ku li her ciheî kongire bi rê ve here, şer û kêşeyekê çê bike.

Navbirî di beşeke axavtina xwe de bas ji vê kir ku rewş û hewayê fikrî yê kongireyê mijareke gellek girîng bû, wate hebûna vê fikr û hizra ku di nava endamên kongireyê de hebû, rewşa kongireyê ji yên din cuda kiribû, û ew yek jî eyankerê vê ye ku asta fikrî ya endamên PDKÎ jêhel çûye, û ew yek cihê girîngîpêdanê ye.

Lêpirsrawê giştî ê PDKÎ di axavtina xwe de bas ji vê kir ku rêjeya hilbijartina jinan bo rêberiya PDKÎ tişteke bê mînak bû, û li çav kongireyên pêşîn jinan karîn ku di kar û çalakiya hizbî de beşdariyeke zêdetir hebin.

Piştre hunermend Xulam Fatihî sirûdek li jêr navê “Raperîwin” bi hevkariya koma muzîkê ya PDKÎ pêşkêşî beşdarbûyiyên cêjnê kir.

Di beşeke din ya vê cejnê de ji aliyê kongireya 16`an a PDKÎ ve bona rêzgirtina ji xebat û tekoşîna jina tekoşer a gel, birêz Kilsûm Îbrahîmî hevjîna şehîdê zindî mamosta Mela Hesen Şêweselî lewheke rêzgirtinê hate pêşkêşkirin, ku navbirî jî piştî wergirtna vê lewhê di çend gotinan de spasiya xwe li PDKÎ kir, û soz da ku bi rêbaza şehîdan emegdar bimîne.

Piştre hunermendê pêşmerge Nizam Secadî stranek pêşkêşî beçdaran kir.

Di beşeke din de, şehîdê zindî ê gelê me mamosta Mela Hesen Şêweselî ku ji aliyê kongirê ve bi piraniya dengan wekî endamê îftixarî ê Navenda Siyasî ya PDKÎ hate hilbijartin, çend gotinek pêşkêş kirin.

Navbirî di gotinên xwe de tevî girîngnirxandina kongireya 16-an ya PDKÎ bas ji pirsên guhertina pêkhateya hizbê kir û ragehand: Ew guhertin dikare di berjewendiya tevgera Kurd di Rojhilata Kurdistanê de be.

Navbirî herwisa bas ji vê kir ku PDKÎ selimand ku serbarê hebûna bîr û rayên cuda kariye ku riha yektir qebûlkirin û sazanê li ser berjewendiyên giştî bike metoda xebata xwe ya nû.

Di dawiya merasimê de ew kesên ku di birêvebirina karûbarê kongirê de dilsojane erkên xwe bi cih gehandibûn, xelat bi ser wan de hatin parvekirin, û cenja kongireya 16-an bi şahî û dîlana beşdaran bi dawî hat.