Kurdistanmedia: Yekem civîna Navenda Siyasî ya PDKÎ bi rê ve çû.
Daxuyaniyek di vê derheqê de hatiye belavkirin ku deqa wê weha ye:
Navenda Siyasî a PDKÎ hilbijartiya kongireya 16-an a PDKÎ pêşnîvroya roja Duşemiyê rêkewt 7`ê Reşemeha 1396`an (26.02.2018) yekem civîna xwe bi beşdariya lêpirsrawê giştî ê hizbê rêzdar Kak Mistefas Hicrî û endamê Navenda Siyasî a PDKÎ pêk anî.
Di vê civînê de erk û deshilatên Navenda Siyasî a PDKÎ ku ji aliyê Kongireya PDKÎ ve hatine pejirandin, bi berçavrohniyeke zêdetir ve behs li ser hate kirin, û bi awayekî hûr li ser axavtin hatin kirin. Di beşeke din de li ser şêweya karê Navenda Siyasî a PDKÎ guherîna bîr û rayan hate kirin.
Di beşa dawiyê de jî, li ser pêşniyara lêpirsrawê giştî û paş dengdana beşdarên civînê, hevrê rêzdaer Hesen Şerefî bi dengê giştî wekî berpirsê Navenda Siyasî a PDKÎ, û di heman demê de wekî cihgirê lêpirsrawê giştî yê PDKÎ hate hilbijartin.
PDKÎ
Navenda Siyasî
07.12.1396
26.02.2018