Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zalbûna Îranê li ser Sûriyê, metirsî ye bo ser Rojhilata Navîn

21:13 - 26 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Rojnameya “NewYork Times” ê di raporeke xwe de bi awayê hûr bas ji binke, stargeh û çalakiyên leşkerî yên rejîma Îranê kiriye.

Piştî derbazkirina sînorên esmanî yên Îsraîlê ji aliyê rejîma Îranê ve, ku bû sebeba dirustbûna aloziyan di navbera hêzên Esmanî yên Îsraîlê û hêzên rejîma Beşar Esed û Spaha Pasdaran a Îranê de, û siyasetvan û nûçegihanên cîhanê bala xwe danê.

Rojnameya “NewYork Times”ê roja Duşemî 30`ê Rêbendana 1396`an, di rapora xwe de bas ji vê kiriye ku, ev aloziyane dibine sebeba metirsiyan ji bo destpêkirina şerekî mezin di deverê de.

Di vê pevçûnê de balafireke bê pîlot a rejîma Îranê, û çend sekoyên mûşekan û binkeyên leşkerî yên Spaha Pasdaran di nav axa Sûriyê de, ji aliyê hêzên esmanî yên Îsraîlê ve bûne armanc, û di hember de jî balafireke F16 a Îsraîlê jî kete xwarê.

Herwisa vê rojnameyê di rapora xwe de bas ji vê jî kiriye ku, rejîma Îranê binke û stargehên leşkerî yên xwe di nav axa Sûriyê de berfireh dike.

Hêjayî basê ye ku, hêzên rejîma Îranê yên di Sûriyê de ji milîşên Şî`e meseb yên Îraqî, Efxanî û Pakistanî pêk tên, û rejîma Îranê bi fermanderiya Sapaha Pasdaran serkirdayetiya wan dike.

Binyamîn Nitanyaho di Konfiransa ewlehiyê ya Monîxê de ragehandiye ku, rejîma Îranê di hewla vê yekê de ye, da ku li ser Sûriyê de zal be, û bi wî karî Îran hezaran leşkeran dide kuştin.

Herwiha Jinralê Amerîkayî “Hirbirt makMistir” di konfiransa Monixê de çalakiyên Îranê metirsî da zanîn, û ragehand ku, niha dema helwêstgirtinê ye li hemberî Îranê de ye.