Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di nava kirîza avê de ye

20:33 - 27 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Kirîza avê ku ev çend sal in Îran digel de berbirû ye, berpirsên rejîmê heyanî niha tu gavak ji bo çareseriya vê neavêtine.

Cîgirê serkomarê rejîma Îranê, “Îshaq Cehangîrî”, di 6`ê Reşemeha 1396`an de, di civînekê de gotiye ku: sînordarbûna çavkaniyên avê gellek micid in, û asta nixtebarînê li çav salên borî, ji sedî 50 kêm kiriye, her di vê derbarê de jî, berpirsekî payebilind yê Wezareta Werzişê derheqê kêmbûna avê di nav bendavan de hişdarî daye.

Cehangîrî herwisa di axavtinên xwe de tevî îşarekirin bi bilindbûna amarên bêkariyê di Îranê de gotiye ku, geşedan dibe li gora pirsgirêkên kêmaviyê û pirsa jîngehparêziyê bê cîbicîkirin.

Herwisa Şêvirmendê Wezîrê Enirjiyê, “Mihmed Teqî Tewekulî” ji nûçegihanê “ISNA”yê re ragehandiye ku: Hatina avê ji bo nav bendavaan de li çav salên borî, ji sedî 37 kêm kiriye, ev kêmbûna avê di meha Pûşpera 1396`an de, bi qasekî kêm bûye ku heta Wezareta Enirjiyê jî, navê sedan bajaran di nav rêzbenda bi navê kirîza avê de tomar kiriye.

Kirîza avê di Îranê de ev qas zêde bûye ku, heta weke xaleke ewlehiyê çav lê dikin, û danûstandinên vê babetê ji aliyê Şêvra Bilind a Ewlehiyê ve tên encamdan.

“Saziya çavkaniyên cîhanî” di vê dawiyê de hişdarî daye ku, asta kirîza avê di cîhanê de roj bi roj ber bi hilkişanê ve ye, û li gora texmînan heta sala 2040`an, 33 welat digel kirîza avê berbirû dibin, ku Îran yek ji wan welatan e.

Rojnameya “New YorkTims”ê jî bi îşare kirina bi rapora yek ji karnasên “Endîşkedeya Navenda Estîmsûnê” nivîsiye ku: Heta 50 salên din, ji 31 parêzgehên Îranê, 12 ji wan çavkaniyên ava wan, wê bi dawî bê.