Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Ewrûpayê, destêverdanên Îranê di Karûbarên Yemenê de şermezar kirin

20:18 - 28 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Amerîka û sê welatên Ewrûpayê di ragehandineke hevpar de, pêbendnebûn û binpêkirina biryarnameya 2216`an ya Şêvra Ewlehiyê, ya derheqê Yemenê de, ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin.

Ev ragehandina rojek piştî reşnivîsa biryarnameya Birîtanyayê li derheqê Yemenê û Îranê hatiye derkirin.

Roja Sêşemî 8`ê Reşemeha 1396`an, Amerîka û welatên weke Firansa, Birîtaniya û Almaniyayê ragehandinek hevpar li derheqê pêbendnebûna Îranê bi biryarnameya 2216`an ya Şêvra Ewlehiyê ya NY, derbarê nedana çek û kelûpelên leşkerî ji Yemenê re belav kirin. Herwisa di vê ragehandinê de, çalakî û destêvedanên rejîma Îranê di karûbarên Yemenê de şermezar kirin.

Amerîka û hevalbendên wê herwisa di vê ragehandinê de, ji Îranê daxwaz kirine da ku bilez her cure çalakiyên ku dibine sebeba binpêkirina biryarnameya 2216`an, a Şêvra Ewlehiyê, bisekinînine.

Roja Duşemî 7`ê Reşemehê Birîtaniyayê reşnivîsa biryarnameyê amade kiribû, ku tê de tevî demdirêjkirina dorpêçên derheq neşandina sîlahan bo Yemenê, ji bo heyama salekê, rejîma Îranê jî tohmetbar kiribû, bi sebeba şandin û dana mûşekên balistîk bi Husiyên Yemenê.

Saziya NY ragehandiye ku mûşekên balistîk yên ku milîşên Şî`e yên Yemenê di şer de bikar tînin, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine çêkirin.