Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazên Zagrosê xwefiroşek ceza kirin

17:06 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Bazên Zagrosê di operasiyonekê de xwefiroşeke ser bi rejîmê ceza kirin.

Wêblaga Bazên Zagrosê di rapora xwe de belav kiriye, ku vê kirêgirtiyê rejîmê pileya sotwanê yekem di gelfiroşiyê de hebûye.

Herwisa Bazên Zagrosê di vê raporê de belav kiriye, ku ew kirêgirtiya piştî pênc caran hişyarkirinê, dîsan jî amade nebûye ku dev ji îxanetê berde, û lewra jî gihaye cezaya îxaneta xwe.

Navbirî kurê Tofîq xelkê bajarokê Dizeya Mirgewer a ser bi bajar Urmiyê bûye, û di hember xwefiroşiyên xwe de, buhara îsal pileya leşkerî ya stwanê yekem pê tê dayîn.

Bazên Zagrosê belav kirine ku ew hêza çekdar, xwe palpiştê tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê dizanin, û piştevaniyê ji xelkê hejar û zehmetkêş û kasibkar dikin, û nahêlin ku tawankariyên hêzên dagîrkar ên Kurdistanê bê bersiv bimînin.