Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek belav kir

12:43 - 1 Adar 2018

Kurdistanmedia: Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna û bidawîhatina serkevtiyane ya 16.mîn kongireya PDKÎ daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûn û bidawîhatina serkevtiyane ya 16.mîn kongireya PDKÎ

Ji riya vê daxuyniyê ve em hemû aliyekî agehdar dikin, ku 16.mîn kongireya PDKÎ êvariya roja Sêşemiyê 1`ê Reşemeha 1396`an (20.02.2018)`an li gora vê bernameyê ku wekî destûra kar hatibû diyarîkirin, dest pê kir, û piştî çar rojan karê berdewam derengiyeke şeva Înê li ser Şemiyê, rêkewt 4`ê Reşemehê dawî bi karên xwe anî.

Kongireya 16.mîn ya PDKÎ di rewşeke taybetî û navçeyî de bi rê ve çû, ku pêwîst bû hem di warê siyasî û hem jî di warê emniyetî de, girîngiyeke berçav pê bê dan. Bi taybet ku Komara Îslamî ya Îranê bo derbelêdana li kongirê, yan pêşgirtin ji birêveçûna wê, di nava hewldanan û pîlandarêtinan de bû. Bi xweşî ve PDKÎ bi berçavgirtina hemû erkan bi taybetî di warê dem û cihê kongirê û parastina ewlehiya cihê kongirê hûrbînane reftar kir, lewra jî kongire di vî warî de bi awayekî serkevtî bi rê ve çû.

Salona kongirê bi çendîn diruşman hatibû xemilandin, ku eyankerê bîrûboçûnên demokratîk, neteweyî, û dadperwerane yên PDKÎ bû, ku kongire wekî kongireya “Rasana Rojhilat” pênase kiribû.

Kursiyên hevalên şehîd, Çeko Rehîmî, Kawe Cewanmerd, û Hêmin Mewlannijad ku nûnerê kongirê bûn, lê mixabin bi sedema şehîdbûna wan, berî birêvçûna kongirê betal bûn, bi qevdên gulan hatibbûne xemilandin.

16.mîn kongireya PDKÎ bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî, dest bi karên xwe kir, û piştre hevalê rêzdar Hesen Şerefî berpirsê Komîteya Amadekar ya kongireya 16`an, rapora karên vê komîtê pêşkêşî endamên kongirê kir.

Piştî pesendkirina raporê, deng bo rewayiya kongire wergirt, ku nûnerên beşdar di kongirê de bi dengê giştî rewayiya kongirê pejirandin, û kongire bi awayekî fermî kete qonaxa birêvebirina wan bernameyên ku di destûra karê kongirê de bûn.

Li gora vê bernameyê destpêkê daxwaz ji têkoşe rû kesayetiyê naskirî ê hizba me, kak Mela Hesen Şêweselî hate kirin ku gotara vekirina kongirê pêşkêş bike.

Vî rêzdarî di peyama xwe de tevî îşarekirina bi rewşa navçê û cihê PDKÎ di qada xebata Kurdistana Rojhilat de, tebahiya navmala Kurd û yekrêziya kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ bi pêwîstiyeke girîng zanî, ku ew peyama navbirî bi germî pêşwazî jê hate kirin.

Di qonaxeke din ya karê kongirê de rapora siyasî ya Komîteya Navendî ji aliyî Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ve pêşkêşî kongirê hate kirin. Vê raporê rewşa cîhanî û helwestên welatên mezinhêz û bibandor li ser rewta bûyerên navçê û Îranê, û doza Kurd bi giştî, û herwisa aloziyên Rojhilata Navîn û rola têkderane ya Komara Îslamî di vê navçê de xistibû berçav, û rewşa niha ya Îranê û xebata xelkê Îranê bo azadî û mafên wan bi hûr îşare pê kiribû.

Di raporê de, doza Kurd bi giştî di hemû perçeyeke Kurdistanê de, bi vî awayî ku heye bas jê hatibû kirin, û tevgera Kurd di Rojhilata Kurdistanê û rola hêzên siyasî ên Kurd di vê naçeyê de, û pêwîstiya hevkarî û hevxebaiya van hêzan, û xortên neteweya Kurd pê li ser hatibû dagirtin.

Di vê çarçoveyê de, sergirtina enî yan hevalbendiyekê di navbera hêzên siyasî ên Kurdistana Rojhilat û Îranê de, bi girîngî ve jê hatibû nihêrîn, û vêdedana astengiyên li ser riya vê mebestê, bas jî hatibû kirin. Di vê pêwendiyê de îşare bi vê hatibû kirin, ku heya gihîştina bi “yekgirtin”ê, PDKÎ amadeyî û beşdariya “Hevalên Pêşîn” li her “teşekul”ek, yan “bere”, yan “hevalbendî”yekê, di nav hêzên Kurdî û Îranî de, nake astenga amadebûna PDKÎ di vê eniyê, yan hevalbendiya Kurdî yan Îranî de.

Beşeke din ya raporê hatibû danîn bo girîngîdana bi “Rasana Rojhilat” ku di vî warî de şêweya berfirehkirin û bibandortirbûna wê hatibû destnîşankirin, û endamên kongirê di çend rûniştinan de, gellek çalakane beşdarî bas û eşkerekirina boçûnan li ser her yek ji beşên raporê bûn, ku têbînî û boçûnên wan, rapor dewlemendtir kir.

Di encamê de, di dengwergirtinê de, rapor bi piranyeke berçav hate pejirandin, diyare koma bas û mijarên vê raporê wê piştre, bêne çap û belavkirin, û hemû aliyek wê raporê, wê bibînin.

Beşeke din ya karê kongirê bas li ser terhê guherîna pêkhateya hizbê bû. Terhek li ser bingeha dabeşkirina deshilatê û girîngîdan bi buhayên teşkîlata navxweyî, ku guhertineke bingehîn di pêkhateya hizbê de pêk tîne. Lewra bi qasî girîngiya wê, di heyama zêdetir ji salekê, ji aliyê endamên hizbê ve ketibû ber bas û berhevdanan, û di encamê de ew terh ku destpêkê ji aliyê sekreterê giştî ê hizbê ve hatibû amadekirin, paş pêdeçûn û berçavgirtina têbîniyan di pilînomên dawiyê ên hizbê de, ji aliyê komîteya Navendî ve, yekdengî li ser pêk hat, û wekî terhê Komîteya Navendî bo guherîna pêkhateya hizbê, pêşkêşî 16.mîn kongireya PDKÎ hate kirin.

Ew terh ji aliyê beşdarên Kongirê ve bi awayekî têr û tejî bas li ser hate kirin, û guherîna bîr û boçûnan li ser hate kirin, û piştî berçavgirtina raya piraniya beşdaran, wekî terhê guherîna pêkhateya hizbê, bi dengê piranî yê beşdarên kongirê, hate pejirandin.

Beşeke din ya karê kongirê pêdeçûn bi bername û peyrewa navxwe ya hizbê bû. Diyare ku bername li jêr ronahiya rapora siyas ya Komîteya Navendî, û peyrewa Navxwe jî bi baldan bi naveroka terhê pêkhateya hizbê hatibû darêtin. Bi vî halî jî beşdarên kongirê, çalakane di pêwendî digel bername û peyrewa navxwe ya hizbê, bi hûrî boçûnên xwe şekere kirin.

Di encamê de, bi berçavgirtina têbîniyên beşdaran bername û peyrewa navxwe ya hizbê ji aliyê nûnerên beşdar di kongirê de hate pejirandin.

Beşa dawiyê ya karê kongirê diyarîkirina lêjneya hilbijartinê, û birêvebirina hilbijartinan bû, bo encamdana vê erkê lêjneyeke sê kesî ji endamên Komîteya Amadekar ya kongirê bo çavdêrîkirina bi ser hilbijartinan de hate diyarîkirin, û hejmareke hevkarên din ji endamên kongirê karê birêvebirina hilbijartinan bi wan hate spartin.

Vê lêjneyê destpêkê, hilbijartin bo lêpirsrawê giştî ê hizbê bi rê ve bir, di encam de hevriyê birêz Mistefa Hicrî bi piraniya dengê beşdarên kongirê, wekî lêpirsrawê giştî ê PDKÎ hate hilbijartin.

Piştre vê lêjneyê karê hilbijartina endamên Navenda Siyasî bi rê ve bir, û di nava kandîdatoran de, ku hejmara wan berçav bû, ew rêjeya ku kongirê bo Navenda Siyasî pesend kiribû, li çar gerên hilbijartinê de, serkevtiyên hilbijartinê ragehand. Di vir de îşare bi vê hewce ye, ku rêjeya beşdariya jinan çi wekî endmên nûnerê kongirê, û çi jî wekî endamên Navend Siyasî, heya qasekê hilkişiyan bi xwe ve dîtibû.

Hewcehî gotinê ye ku di navbera qonaxên bernameya kongirê de, lîste û navê van hizb û aliyên siyasî ên biyanî, Îranî û Kurdistanî, ku peyam bo kongirê şandibûn, ji aliyê komîsyona peyamên Komîteya Amadekar ya Kongirê ve bi agehdariya beşdarên kongirê gihîşt, û lîsta wan peyaman jî hatin ragehandin ku bi navê kongirê ve bo aliyên hewce tê şandin.

Herwisa komîsyonên sikala (şikayet, gilîname, doz) û biryarên kongirê jî, erkên xwe bi rê ve birin, û encam bi kongrê ragehandin.

Bi vî awayî 16.mîn kongireya PDKÎ
serkevtiyane dawî bi karên xwe anî, û herwekî pêştir jî îşare pê hate kirin, belgenameyên kongirê piştî amadebûn û çapkirinê, wê bikevin ber destê xwîneran.

Serkevtin bo tevgera Kurd û tevgera seranserî ya Îranê

Neman bo rejîma dîktator û kevneperest ya Komara Îslamî

PDKÎ
Navenda Siyasî

09.12.1396
28.02.2018