Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd “Sebah Rehmanî” bi axê hate spartin

16:11 - 3 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di rêûresmekê de şehîd “Sebah Rehmanî” ku bi destê terorîstênTehranê, di bajarê Hewlêrê de hatibû şehîdkirin, di goristana şehîdên PDKÎ de bi axê hate spartin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehand ku roja Înê 11`ê Reşemeha 1396`an, bi beşdariya Lêpirsrawê giştî yê PDKÎ û endamên Navenda Siyasî a Hizbê, kadr, pêşmerge, malbat û mêhvananên beşdar, termê şehîd “Sebah Rehmanî”, ku roja Pêncşemî bi destê terorîstên rejîma Tehranê di bajarê Hewlêrê de hatibû şehîdkirin, di goristana şehîdên PDKÎ de bi axê hate spartin.

Di vê rêûresmê de, “Hesen Şerefî” cihgirê lêpirsrawê giştî yê PDKÎ û berpirsê navenda siyasî axivî.

Şerefî di axavtina xwe de bas ji vê kir ku, îro em li rêûresma bi axê spartina xebatkarê neteweya me şehîd “Sebah Rehmanî” yê temen 33 salî, û kurê “Selah Rehmanî” kom bûne, da ku termê pîroz yê wî bi axa pîroz a Kurdistanê bispêrin.

Şerefî di doma axavtinên xwe de ragehand ku, du rojan berî niha destê terorîstên rejîma kevneperest a rejîma Îslamî a Îranê, gihîşte mala rêzdar “Selah” û bi zeliqandina bombeyek bi tirombêla wî ve, ku di encama vê kiryara terorîstî ya rejîmê de, Selah digel kurê xwe bibûne armanc, di encamê de jî Sebah jiber kûrbûna birînan canê xwe ji dest da, û Selah jî birîndar bûye.

Berpirsê Navenda Siyasî a PDKÎ, di beşeke din a axavtinên xwe de got ku, rejîma Îranê ji tevgera kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ditirse, û ji ber tirsa têkoşan û xebata PDKÎ, dest ji bo hemû karekî ku teror yek ji wan e dibe lê, bila rejîma Îranê vê yekê bizane bi encama kiryarên bi vî rengî, gavên me sist nabin belku bihêztir dibin.

Piştre rêzdar “Selah Rehmanî” bavê şehîd “Sebah” axivî.

Rêzdar “Selah” di axavtina xwe de got ku bila rejîma terorîst a Îslamî a Îranê vê yekê bizanbe, ku bi vê kiryara rejîmê, îradeya min sist nabe û ezê tola vê kiryara terorîstî bistînim.

Navbirî herwisa got ku, sê kurê min hene, ezê her sê kurên xwe goriyê PDKÎ bikim, û ev kiryara rejîmê pêngavên min ji xebatê sist nake, belku gavên min ji bo pêşveçûnê bihêztir dike.