Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanîkirina Navenda Alîkariyê ji gireva bajarên Kurdistanê

16:12 - 3 Adar 2018

Kurdistanemdia: Navenda Alîkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, di vê derheqê de, di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji gireva bajarên Kurdistan a Îranê nîşan da.

Deqa daxuyaniyê bi vî rengî ye:

Roja 5`ê Reşemeha 1396`an, kasbikar û bazariyên bajarê ”Bane” û ”Pîranşarê” ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî daxistina sînorên wan bajaran ji aliyê rejîmê ve dukan û bazarên xwe daxstin.

Eşkereya ku niha bi hezaran kesî ji xelkê wan bajaran di encama siyasetên paremayî û ragirtina warê aborî a Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, dahata jiyana wan di wan sînoran de tê dabînkirin.

Daxstina sînoran bi her sebebekê ji aliyê rejîma Îranê ve, bandoreke nebaş li ser jiyan û dahata bi hezaran kesî û malbatên wan hebûye.

Xelkên bajarên ”Bane” û ”Pîranşarê” ev 4 roj in ku ji ber nîşandan nerzîbûna xwe ji bo bêmafbûna xelkê Kurdistanê, dukan û bazarên xwe daxstine, û herwisa di vê dawiyêyê de jî xelkên bajarê ”Merîwanê” ji bo piştevanîkirin ji xelkên bajarên ”Bane” û ”Pîranşarê”, dukan û bazarên xwe daxstine, û piştevinêkirina xelkên bajarê Merîwanê ji daxwaz û gireva xelkê bajarê ”Bane” û ”Pîranşarê” vê yekê nîşan dide ku, çarenivîsa xelkê Kurdistanê wekî yek e, û hevdem jî nîşaneya asta têgiheştin û xebata medenî ya xelkê Kurdistanê ye, ji bo bidestveanîna maf û daxwazên xwe ye.

Navenda Alîkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina daxstina sînoran û givaşxistina ser jiyan û dahata xelkên Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, vê hereketa medenî a bajarên ”Bane”, ”Pîranşar” û ”Merîwan” bilind dinirxîne, û piştevaniya xwe ji maf û daxwazên xelkên wan bajarane nîşandan dide.

Hêjayê basê ye ku piştevanîkirin û bihevre xebatkirina hemû tex û qatên civaka Kurdistanê, serkevtin û bidestveanîna mafên xelkê Kurdistanê garantî dike.

Navenda Alîkariyê a Partiyên Kurdistan a Îranê

01.03.2018