Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li Pîranşarê sersaxî gotne malbata şehîd “Sebah Rehmanî”

13:57 - 4 Adar 2018

Kurdistanmedia: Desteyek ji endamên Demokrat yên bajarê Pîranşarê, bi boneya şehîdkirina heval “Sebah Rehmanî”, di peyamekê de sersaxî gotne malbata navbirî û PDKÎ.

Deqa peyamê bi vî rengî ye:

“Bi boneya şehîd û birîndarkirina du hevalên xebatkar yên PDKÎ bi destên reş yên terorîstên rejîma cinayetkar û xwînmêj a Komara ne Îslamî ya Îranê”

Careke din teror, careke din cinayet û rijandina xwîna Bazên Demokrat ji aliyê rejîma kindir û îdamê ve, lê eva ku cihê basê ye eva ye ku ev teror û cinayetanên dubare di kûrahiya Başûrê Kurdistanê de û bi nifûza rejîma ne Îslamî çê dibin, ku birastî bo çê dibe kesên xirab şiyana derbe lêdanên bi vî rengî li me hebin.

Her bi vê sebebê jî em beşek ji endamên PDKÎ yên bajarê Pîranşarê, tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî û nîşandana hevxemiya xwe, bi boneya şehîdbûna “Sebah Rehmanî” û birîdarbûna bavê wî yê fermande, “Selah Rehmanî” sersaxiyê li serkirdayetiya Hizbê û hemû endam û pêşmergên qehreman yên PDKÎ re dibêjin, û hêviya cebirîna birînên “Selah Rehmanî” di demên kurt de dikin.

“Bi hêviya hêza tolstandinê ji bo me hemiyan”.