Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terhê pêşniyarî yê armanc û pêrewa navxwe ya Navenda Hevkariyê kete ber bas

21:00 - 6 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di çaremîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê de, terhê pêşniyarî ê armanc û pêrewa navxwe ya Navenda Hevkariyê kete ber bas.

Roja yekşemiyê rêkewt 13.12.1396`an di baregeha navendî ya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de, çaremîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Di vê civînê de heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî berpirsê heyeta PDKÎ di Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê de beşdar bû.

Destpêka civînê de, hevalên Komeleya Şoreşger ku berpirsê dewreyî ê Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bûn, raporek li ser heyama navbera her du civînan û kar û bernameyan pêşkêş kirin.
piştre bernameya karî ya çaremîn civînê kete ber bas.

Beşdarên civînê di heyama karî ya civînê de, li ser her yek ji teweran dîtingeha xwe bas kirin, û pêdagirî kirin li ser karê hevbeş û berdewamî û helwetsa hevpar.

Her di vê civînê de, Ebdullah Muhtedî sekreterê giştî ê Komeleyê beşdarî civînî bû, û baseke siyasî li ser rewaş rejîma Komara Îslamî ya Îranê û rewşa navçeyê pêşkêş kir.

Her di vê civînê de, terhê pêşniyarî ê armanc û pêrewa navxwe ya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê kete ber bas, bona vê ku aliyên beşdar ê Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê heya pêkhatina enî (bere) yan hevalbendiyekê bi vê ayînnameyê kar bikin.

Di beşeke din ya vê civînê de, Ebdullah Muhtedî sekreterê giştî ê Komeleyê beşdarî civînê bû, û baseke siyasî li ser rewşa rejîma Komara Îslamî ya Îranê û rewşa navçeyê pêşkêş kir.

Di beşeke vê civînê de, Mihemednezîf Qadirî raporek li ser 16.emîn kongireya PDKÎ, kongireya Rasana Rojhilat pêşkêş kir, bi taybet li ser rapora Komîteya Navendî û herwisa terhê guhertina pêkhateya hizbê û parvekirina deshilatan.

Di dawiya karê civînê de, mîkanîzmên pêwîst û berçavrohniya hewce derheq kar û tekoşîna vê mehê de hate dayîn, û rêûcihên hewce jî hatin diyarîkirin.