Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mela Hesen Şêweselî axavtineke têrûtejî di merasima kongireya 16.mîn de pêşkêş kir

21:25 - 6 Adar 2018

Kurdistanmedia: Mela Hesen Şêweseliyê têkoşer endamê “Îftixarî” ê Navenda Siyasî ya PDKÎ axavtineke têrûtejî di merasima kongireya 16.mîn de pêşkêş kir, ku deqa wê weha ye:

Hevçeperên hêja!
Xûşk û birayên dilovan!
Têkoşerên riya azadiyê!
Ez pirr bi dil silavan li we dikim


Bi salan bû ku ez ji dîtina we bêpar bûm. Bi salan bû ku dilê min ji bo we lêdida. Di rûniştinan de, di xewnên min de, hertim min bîriya we dikir. Mebesta min ew nine xwedê nexwastî riyakariyê li hizûra we de bikim, dema ku ez diçûme nava xewnên xwe de, ez rast vedigeriyame cem pêşmergeyan, rast dibûme kesek ku sax û silamet e, û di welatê xwe de ye. Kesek ku di Kurdistanê de ye, û digel pêşmergeyan de ye. Di gel kadr û xelkê welatê xwe de, digel kadran û gel xelkê welatê xwe daxivim û wan didim axavtinê, û piştre li hev tûre dibin û carna diberbin canê hev. Lê piştî li hev tûrebûn û li hev xeyidînê, diçin nava çeperekê de, û pişta me li pişta hev e, li hemberî êrîşa dijminan de radiwestin, û bi sedan carî û bi hezaran carî min ew xewn dîtiye, û min jêve bû êdî nikarim cardin bême vir û li nêzîk ve min guh li dengê pêlavên we bin, û û guhên min ji dengê henaseyên we bin. Lê niha xwe ecêb jî nine, ku min jêve be ku xewn e û ez nehatime. Niha ez baweriyê bi vê dikim ku ez bi cidî bi ceste di nav we de me, ne bi xeyal. Ew yek ji bo min serbilindiyeke gellek mezin e. Di vir de ez şanaziyeke zaf dibînim.

Diyar e ku hatina bo kongirê bo min şanaziyeke zor mezin e, û di rojên dawiyê de jî ku Kulsûm nexweş bû. Hinde nemabû ku ew hatin têk here. Lê naveşêrim, ku wê got hekî em bimrin jî, em dibe her herin. Ez jî teslîm bûm û em hatin xizmeta we.

Kongireya 16.mîn ya PDKÎ hate girtin û bi serkevtin ve jî bi dawî hat, û min jî aliyê xwe de, dizanî ku ew ê serkevtî be. Lê bi vî qasî min çaverê nedkir, ku bi vê qasî jî em dikarin pêkve rûnên, û digel yektir behs û nîaqaşê bikin û pêsîra hevdu bigrin li ser meseleyan, lê heya vî qasî jî em li hev bikin. Ew lihevkirin bo min gellek cihê qedr û qîmetê ye. Min li wir jî erzî xizmeta hevalan kir, ku ew terh terhek nine ku tawan bûbe, yan guneh bûbe, dana terh erka li ser milên her hizbeke siyasî û berpirsyar e, û hizba me jî ew erkê xwe yê giran bi cih gehandiye. Wê erka li ser milên xwe cîbicî kiriye, iskilêta hizba me sunetî bû, bi dehan sal û heta di hemû temenê xwe de hizba me bi vê saxtarê ve hatibû, û niha ew saxtar guheriye, rûyê vê guheriye, wê navika wê jî biguhere. Xatircem im ku ya bo min gellek cihê şanaziyê bû tehemula hevalên me bû, û eqliyeta hevalên min bû. Ez PDKÎ ji mêjve nas dikim. Dr. Qasimlo ku di salên kongireya sê û çar de hat, gellek hewl da ku exlaqê siyasî bîne nava hizbê de.

Exlaqê siyasî ez venaşêrim ku hinek hevalan dij derketin, lê piştre bi tab û tehemul ve ketin bin bandora wê de, û PDKÎ karî ku riya xwe here, û wê riyê bipîve.

Hevalê me yê nemir Dr. Qasimlo jêve bû ku exlaqê siyasî bi tenê bi bê mentiq, bê hikmet, bê felsefe, bi bê lêkdanewe nikare bi rê ve here. Hizba me ew mesele hemû ceribandine, û exlaqê siyasî peya kir û bas ji santiralîzma demokratîk kir, disîplîna nû danî. Disiplînek ku digel zanyariyan têkel bû, û çû pêş. Di vê kongirê de min dît. Min dît ku disiplîna hişyarane bêserûberiyê dixendiqîne, bêberpirsyariyê ji nav dibe.

Di heman dem de tundrevî û tîjreviyê radigre, û min bi çavên xwe ew tişt bi rohnî dîtin. Ya ku bo min gellek cihê şanaziyê bû, min erzî xizmeta we kir. Tab û tehemula yekcar zaf ya hevalan bû derheq boçûnên dijberî hevdu. Min ew eqlaniyeta bilind (riyakarî nebe, le`inet li riyakariyê) ya hizba xwe bi çavên xwe dît. Her ji xwarê heya serê. Min hişyariyeke yekcar zor dît. Ferqeke yekcar zor min dît. Ez ne tenê dikarim bêjim serkevtin, belkû ez wekî bazdanekê dibînim, bazdaneke gellek bişiyan, bazdan bi ser gellek meseleyan de, derbazbûn bi ser gellek tiştên nexweş de, gihîştina bi birceke bilind ji fikreke pêşkevtî, û ez bi dil ve, van axavtinan dikim.

Hêviyek zaf bo min çê bû, tu carî berî hatina bo kongirê ew hêviya bilind di min de nebû, ku bi vî qasî ez ji pêşmergê sade ve bigre heya dawiyê bi vî qasî hişyar bibînim, bibînim ku heya vî qasî geşe kiriye. Ez eqliyeteke din di vir de dibînim, ew jî eqliyeta pêkvesazan û pêkvejiyan û digel hevdu lihevkirinê ye. Eva di vir de hinek hevalên din me hene, hevçeperên kevn me hene, ku digel wan, em li rex hev bûn, wê demê girjî di navbera wan de hebû, lê min dît ku degel hevdu çawa dostane serederiyê dikin û radibin û rûdinên, û xwe wekî yek malbat hesab dikin.

Xwe wekî yek hevçeper hisab dikin, digel vê de jî ku kêşe bi hev re hene, cudahiya boçûnan pêkve hene, eva bo min cihê şanaziyeke gellek mezin e, ez aliyê xwe de ya ku bo min girîng bû pirsa domandina Rasanê bû. Me gellek ser Rasanê bas kir û bas kiriye jî, em naçin ser ewên ku piştir hebûn û me gotiye, Rasan wekî tovekê bû di nava qofiyên (qopiyên) deşta Koyê, ku gellek bi bêmirazî û bi nefesên sar, û bi bêkesî çilû da, û rûyê wê pê çêbû, piştre serê xwe hilgirt û bera xwe da deşt û çolan, li wir vegeşiya, lê ew deşt û çol, bûne pirek di navbera çiya û çolan, rewşenbîrên bajaran, ew fikir wergirtin, û şirove kirin, û piştre hilgirtin, û bixwe re birin, bajarên Îranê, gihîşte Tehran, Îsfehan, Qum, Şîraz, li hemû cihî qise li ser hate kirin, û vegeriya Kurdistanê, bi awayekî din têrûtejîtir û lojîkanetir, û piştre vegeriya himbêza hizbê.

Me di Rasanê de gellek qurbanî dan. Lê wan qurbaniyan peyamên gellek mezin dane dunyayê. Peyamên gellek mezin dane hevçeperên me, riyeke nû rohn kirin, rast e me ji dest dan, lê wekî refa kotran bû ku bi rastî fir dan û riyeke din di esmanan de kêşan. Ewa ku dikeve ser milên me, dibe em vê riyê bidomînin, û emê bidomînin jî. Diyare xwîn û rondik dixwaze. Wekî min li wê jî bas kir, mixabin, Rasan aşek e ku bi xwîn û rondikan digere. Bi xwêhdanê digere. Hêvî dikim ku xwîna me tê de nerije. Lê hekî xwîna me jî tê de birije, û hekî em hemû jî tê de herin, û hekî zirareke zêdetir jî li me bikeve, dîsan emê Rasanê bidomîn ji ber ku ez vê wekî stratejiyê dibînim, ew e ku me radikêşe bo armancên serekî, riyan ji me re rohn dike. Bona vê ku em herin aliyê serbestiya yekcarî. Serkevtinên mezin me bi dest xistine, û me sekreter hilbijartiye, û rêberekî nû me hilbijartiye, û navendeke nû me hilbijartiye, û deshilat me parve kiriye.

Di parktîdkê de deshilat tê parvekirin, û hêvî dikim ku ewên di Navenda Siyasî û li navenda biryardanê de kar dikin di kiryarê de dema xwe danên bo vê ku bi cidî û bi emelî, di meydana emel de, ya ku wekî teorî di kongirê de bi me hatiye dan, wekî piraktîk bibin pêş. Xatircem im jî, ku emê bibin pêş.

Hevalên min ên hezkirî gellek carana Rojhilata Kurdistana me serê wê bêkum dimîne. Lê Rojhilata Kurdistan ew şiyana tê de ye ku bi rastî bersivderê meseleyan be.

Carekê sekreterê hizba me bas ji vê kir û got ku civaka Îranê dikele, rast bû. Gellek dirust bû civaka Îranê ku dikeliya, niha qulteke biçûk daye, lê ew qult wê qultên din li pey xwe bîne. Dijmin bila dilê xwe bi vê xweş neke, ku eva nexêr tewaw bû, û me dawî pê anî. Herwekî min bixwe jî guh lê bû, ew ser vê baweriyê ne ku wan hemû tişt tewaw kir û tewaw bû, lê ne wisa ye, agireke gellek mezin di bin vê xalîşînkê de diteyise. Ew agir tê ser erdê û wê bibe agireke zor mezin, wê berbe canê zordarên dîrokê û axûndan, û seherkerên dîrokê, xatircem im ku gelên Îranê wê serkevtî bin, û ew hereket wê bibe hereketeke tazetir û form digre, û naverokeke din bi xwe ve digre. Em bila xwe biçûk nezainin, min pê xweşe ku ser vê meselê gellek pêdagirî bikim, bi xwe gellek caran min xwe li hember gellek meseleyên biçûk de kêm zaniye. Ez şaş bûm ku di nava hevalan de jî vê moralê dibînim ku xwe bi biçûk dizanin, carna neheq jî nînin, jiber ku neteweyek ku di dirêjahiya dîrokê de hatibe serkutkirin û li zewqê hatibe dan, û dilê wê hatibe şikandin, û bi qasî rûbaran xwîn li ber çûbe, neheq nine ku xwe bi kêm bizane.

Lê nabe em xwe kêm bizanin û bi taybetî Rojhilata Kurdistanê, nabe ku xwe bi kêm bizane. PDKÎ nabe ku xwe bi kêm bizane, xwe jî bi kêm nizane. Rast e em hatine piştguhxistin, û vê yekê bandor li ser me daniye. Lê herçend em kêm bînin dîsan di hevkêşeyên pêşerojê de em hene, û tu kes nikare di hevkêşeyên pêşerojê de me wekî, beşeke hevkêşeyan nehesibîne. Lê erk û wezîfeya me ye ku em bikarin me para xwe hebe, hemû hewlên me dibe ew bin ku me para xwe di pêşeroja xwe de hebe, mebesta min pêşeroja piştî rûxana Komara Îslamî ye.

Gellek baş di bîra min de ye ku Dr. Qasimlo hat û beşek ji hevalên me xemsarî kirin, bila ez bixwe jî bêjim ya ku Dr. Qasimlo dixwast bo vegeriyana bo nav welat cîbicî nebû. Piştre hat û sepand û Komîteya Zagros pêk hat. Em çûne Îranê. Eyb nine rastiyê bêjim, ku em çûn dereng bû. Hinek dereng bibû, lê em pê re gihîştin û bi hewla xelkê me karî ku cihê xwe di nava wan de, di nav gelê xwe de vekin.

Piştî heyamekê em pêkve rûniştibûn di xizmeta Dr . Qsimlo de. Wî kerem kir ku we bi ya min nekir. Hekî em du salan zûtir hatiban, şoreşa Îranê ya me bû. Niha jî dibêjim ku hekî em lezê lê nekin, piştî rûxana rejîmê, wê me pareke kêmtir tê de hebe. Hekî em li ser van bernameyên ku me danîne, li ser Rasanê me danîne, me pêşbînî kiriye hereket bikin li pêşerojê de, me wê pareke zortir hebe, û em vê yekê bi xenîmeteke zor baş bizanin, û bi derfet bizanin, ku niha hebûna me heye. Me cihek heye, ku ku tê de em çeqî ne, cihek heye ku em lê derbaz bin, herin bo meydaneke din, bo qonaxeke din. Qonax bi qonax bipîvin, û ezmûnan bi dest bixin, bona vê ku em bigihîjin qonaxa yekcarî. Ez li wir de serkevtina kongireya 16.mîn ya PDKÎ wekî derfeteke zor mezin dizanim û bi burceke taze dizanim, burceke bilind û berfireh. Em têgihîştine.

Dubare dikim me gellek caran gotiye ku hekî em şaşiyên hevdu nebînin, zirarên xwe nebînin û astengiyan nebînin ku hatine ser riya me, aliyê baş û xirap yê meseleyan nebînin, ne em, û ne jî Hizba Demokrat nikarin rola xwe ya dîrokî bilîzin. Rola me ya serekî di vir de ye, ku digel hev tefahomê bikin, digel hevdu behs û nîqaşê bikin, û rastî kêşeyan û nakokiyan bên, lê pişta me li pişta hev be, hevçeperên rasteqîne ên yektir bin, û xatircem im ku emê pêk ve bin, bi vê eqliyeta ku min bas kir, ez dizanim em dikarin bigihîjin gellek ciyan, ew eqliyet gellekî bilind e.

Ez pirr bi dil pîrozbahiyê li hevalên xwe dikim, û careke din jî di gel vê hemû cudahiya boçûnan ku digel hevdu me hebuye, me karî ku bigihîjin tefahomê, di kongirê de gellek kesên hêja hatin hilbijartin, diyare renge hin kesên hêja û kêrhatî jî ketibin cihekî din. Ez hêvîdar im ku ew jî her bimînin, û xatircem im jî ku her dimînin.

Siyaset carna mirov tê dikeve, û carna bi dilê me nabe, carna berevajiyê boçûna me diçe pêş, lê ya ku di vir de cihê şanaziyê ye, û şanaziyê pê ve dikim, pirsa xûşkan e, ku hatine û para wa heye di dehsilatê de, û para wan heye, dikarin herin pêş, dikarin boçûnên xwe bas bikin, rêrohnkerên xûşkên din jî bin, û destê xûşkên din jî bigrin, û wan bînin bo qada xebatê. Diyare bi xweşî ve di nav welat de jî, ew hinda ku ez bibînim xelkeke yekcar zêde, di nava xûşkan de jî, mirovên gellek xwebawar û xwegorîker dirust bûn, heta li derveyî welat de jî, ez ecêbgirtî dimînim, ku wan jin û xûşkan çawa karîne ku bigihîjin vê astê.

Lê di vir de jî dibînim ku bi rastî gihane pileyeke bilind. Ez hêvîdar im ku hemû aliyek serkevtî bin, û hêvîdar im ku careke din derfeta vê bê pêş, ku ez bi xwe û digel malbata xwe, em we himbêz bikim.

Ez vê xelata ku bi Kulsûmê hate dan, bi min hatiye dan, û ez jî li ser serê xwe dadinêm, û pêşkêş dikim bi hemû malbatên şehîdan û bi hemû şehîdên Kurdistanê, û bi bê ferq û cudahî, û bi taybetî pêşkêş dikim bi şehîdên Rojhilata Kurdistanê, û wekî diyariyeke mezin di nava malbata me de, heya ku em hene wê her bimîne, wekî tişteke pîroz emê biperestin, û ez dest davêjim stûyê we û spasiya we dikim, û daxwaza lêborîn li we dikim ku min hûn kêmeke zêdetir ji hed aciz kirin, û wextê we girt. Silav bo gelê Kurd û bo we.