Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên hêzên Întizamî bo ser malbata Racî

21:43 - 6 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îranê, gef li malbata Racî xwarine, û ji wan re gotine ku, ew dibe di tariya şevê de, merasima bi axê spasrtina navbirî encam bidin.

“Mihemed Racî” yek ji derwêşên Gunabadî bû, ku di heyama nerazîbûnên derwêşan yên ku, ber deriyê mala Şêx û mezinê vê rêbazê Dr. “Nûrelî Tabendê” de kom bibûn, ji aliyê hêzên întizamî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Ev hevwelatiya di heyama binçavkirinê de, bi awayekî biguman di girtîgehên rejîmê de canê xwe ji dest daye, û herwisa ji aliyê hêzên ewlehî û Întizamî yên rejîmê ve gef li malbata xwedêjêrazî hatiye xwarin, ku dibe ev termê navbirî di tariya şevê de bi axê bispêrin.

Her di vê pêwendiyê de, keça xwedêjêrazî, ji nûçegihaniya “Radiyo Ferda”yê re ragehandiye, ku hêzên întizamî yên ser bi rejîmê, di şeva Duşemiyê de, ji wan re gotine ku hekî ev di şevê de termê bavê xwe bi axê nespêrin, rejîmê termê xwedêjêrazî rastdestî wan nake.

“Teyiba” keça xwedêjêrazî di vê derbarê de gotiye ku, li gora gotina hindek endamên hêzên Întizamî yên rejîmê, bavê vê bi sebeba lêdan û îşkencekirinê ketiye komayê de, û piştre jî canê xwe ji dest daye.

Her di pêwendî digel mirina biguman a “Mihemed Racî” de, dadweriya rejîmê a bajarê Tehranê, “Ebas Dewletabadî”, gotiye ku, “Mihemed Racî” di heyama şerê di navbera derwêş û hêzên Întizamî de hatiye kuştin, lê ev axavitnên “Dewletabadî” di demekî de ne ku, malbat û malpera “Meczobanê Nûr”, ya girêdayî derwêşên “Gunabadî”, di heyamên derbazbûyî de nûçeya kuştina “Mihemed Racî” di heyama lêpirsîn û lêdanê, di girtîgehên rejîmê de dabûne zanîn.

Li gora nûçeyên nûçegihanên derveyî û navxweyî yên Îranê, Mihemd yek ji fermanderên Spaha Pasdaran a rejîmê di heyama şerê di navbera Îran û Îraqê bûye, û herwisa yek ji birîndarên kîmyayî yên wan şeran e.