Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Tirkiyê rojane sivîlan dikin armanc

14:15 - 7 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di demekê de hikûmeta Tirkiyê berdewam êrîşên li ser Xûteya Rojhilat û kuştina sivîlan şermezar dike, û rondikên tîmsahê bo wan dirêje, ku bixwe rojane xelkê medenî di herêma Efrînê de dike armanc.

Di êrîşa du rojên borî de gellek xelkê sivîl bûne armanca êrîşa hovane ya balafirên arteşa Tirkiyê. Zêdetirîn qurbanî di herêma Cindirisê de bûn, ku 16 kes li wir hatin kuştin û di nava wan de sê zarok jî hebûn, û bi dehan kesan jî bi giranî birîndar bûn.

Ew bêdengiya cîhanî û tenê carna şermezarkirina devkî, ew guman çê kiriye ku ew şer û êrîşên hovane û berdewam, di berjewendiya wan de ye.

Hikûmeta Tirkiyê di êrîşên xwe de rêzê ji tu pirensîpeke mirovî û hiqûqî jî nagre, û êrîşî ser ambolansan dike, da ku êdî ew jî nekarin bi hawara birîndaran de herin. Eva jî serbarê vê ye ku Konseya Ewlekariyê ya NY biryara agirbesê di seranserî Sûriyê de derkiriye, da ku bikarin hevkariyên dermanî û mirovî bigehînin herêmên şer.

Roja borî di encama vê êrîşê de dukturê bi navê Şiyar Haco ku dixwast herer Cindirisê da ku birîndaran derman bike, bû armanca bombebrana balafirên Tirkiyê, û şehîd bû.

Herwisa ji duh ve Tirkiye xetên muxabiratê bi giranî bombebaran dike, da ku bi tewahî pêwendiyên Efrîn digel derve qut bike.

Li hemberî vê hovîtiya arteşa dagîrker ya Tirkiyê û çeteyên Arteşa Azad ne tenê Kurdistanî belkû gellek azadîxwaz ji derveyî Kurdistanê jî tevlî vê berxwedanê dibin, ku ne Kurd in, lê dilê wan ji bo Efrînê lê dide, û heya niha çendî kes jî şehîd ketine.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku herçend hikûmeta Tirkiyê radigehîne ku armanca wan tenê vegerandina ewlehiyê bo sînorên xwe ye, lê tirsa herî mezin ya wê, avakirina dewleteke bihêz ya Rojavaya Kurdistanê ye ku dikare xwe bigehîne deryay azad.

Hişmendiya rizî û faşîstiya Tirkiyê nikare hebûneke bi vî rengî qebûl bike.