Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di merasimeke Tehranê de reqsa keçan kêşe çê kir

13:46 - 8 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di roja jidayîkbûna Fatimê de çend keçên Îranî li ser dikê reqs û sema kirin,û vê yekê kerb û hêrsa serdozgerê Tehranê bilind kir.

Roja jidayîkbûna Fatimê Zehra ku di Îranê de wekî roja “Jin” tê binavkirin, îsal jî di burca Mîlad ya Tehranê de hate lidarxistin, ku tê de Necefî şaredarê Tehranê û hejmarek ji alîkar û şêvirmendên wî û bi taybetî Fatimê Raki`î şêvirmenda şaredar di warê karûbarê jinan jî beşdar bûn, û di dema reqs û semaya çend keç û jinên beşdar li ser dikê, çi nerazîbûnek nîşan nedan, lewra serdozgerê Tehranê biryara lêkolînê û cezakirina hemû wan kesan derkiriye, ku pirensîpên Îslamî binpê kirine.

Şaredarê Tehranê herçend ku di twittera xwe de ragehandiye ku wî bi belavkirina peyamekê daxwaz kiriye ku dibe pirensîp û nirx û buhayên Îslamî berçav bigrin, lê dijberên vê şêweya birêvebirina merasimê wî rexne dikin û radigehînin ku dibe şaredar ew merasim bi cih hêlaba.

Ew merasim nîşan dide ku serbarê bertengiya azadiyên civakî, û hemû azadiyên din, jin ji her derfetekê mifahê werdigrin ku daxwazên xwe di biyavê vekirina rewşa heyî de bînin ziman, û ew bûyera kêmmînak di vê merasimê de jî dikare berdewamiya kiryara wan keç û jinên Îranî be, ku li bajarên curbicur ên Îranê de xavikê serê xwe radikin, û dijberiya xwe digel hicaba bizorî eşkere dikin.