Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînareke taybet bi roj 8`ê Adarê hat lidarxistin

14:04 - 8 Adar 2018

Kurdistanmedia: Navenda Jinan a Rojhilata Kurdistanê, bi alîkariya “Navenda Alîkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, di yek ji binkeyên “Hevalên Pêşîn” simînareke taybet bi roja 8`ê Adarê, roja cîhanî a jinan lidar xistin.

Roja Sêşemî 15`ê Reşemeha 1396`an, “Navenda Jinên Rojhilata Kurdistanê”, bi alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê, simînareke taybet bi roja 8`ê Adarê lidar xistin.

Simînarê bi ragirtina çend deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji xebata hemû jinên xebatkar ku li pêxema bidestveanîna mafên xwe de, jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

Piştre peyama “Navenda Jinên Rojhilata Kurdistanê” hate xwendin, ku di beşeke vê peyamê de îşare bi bûyerên vê dawiyê yên Îran û Kurdistan û herwisa hatina bo nav qadan a jinên Kurd di warên curbicur de hatibû kirin, û tê de bas ji vê yekê jî hatbû kirin ku: Di Befranbara îsal de di piraniya bajarên Îranê de, meşên medenî li dijî rejîma Îslamî a Îranê dest pê kirin, û beşdariya jinan di nav xwenîşandanan de, û herwisa jî, ji hemiyan girîngtir, “Na”gotina çendîn jinên bivêr li hemberî hicaba bizorê di paytexta Îranê de, nîşaneya asta têgihaştin û pêşnegbûna jinan di vê serhildariyê de ye, û ew yek bû deb û resmeke giştî, bona nîşandana nerazîbûna jinan li dijî komara îslamî a Îranê.

Di beşek din a vê simînarê de, di du panêlên cuda de, sekreterên giştî yên Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistanê, di vê derberê de çend gotin pêşkêşî beşdaran kirin.

Di panêla yekem de “Fatime Usmanî” sekretera giştî ya “Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê”, bas li esla azadiyê di yasaya bingehî a Komara Îslamî a Îranê de kir.

“Fatime Usmanî” di destpêka axavtina xwe de, bas ji şêweya darêtina yasa û birêvebirina yasayê di welatên ku bi sîstema îdolojî tên birêvebirin kir.

Navbirî bi anîna mînakên welatên din, aloziya siyasî û civakî ya jinan di Îran û Kurdistanê de anî ber bas û got ku, çavkaniya yasayî di Îranê de, nîşan dide da ku sîstema komara Îslamî, guherînek bi ser de neyê, û yasayên dijîmirovî wê her wek xwe bimînin.

Herwisa ev simînara bi bas û nêrînên çend kesên beşdar û bersivdana wan ji aliyê kesên ku ev civîn pêkanîbûn dawî pê hat.

Hêjayî basê ye ku Navenda Alîkariyê ya Jinên Rojhilata Kurdistanê ji wan aliyan pêk tê:
Asoya jina Kurd
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistan
Komeleya Jinên Rojhilat
Komeleya Afretên Saziya Xebat a Kurdistana Îranê