Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên nû ên rejîmê bo ser kasibkarên ser sînor

14:20 - 11 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di hewleke nû de, rejîma Tehranê bi hinceta parastina saxlemî û tendurustiya xelkê, givaş xistiye ser kasibkarên ku rd ên sersînoran.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, îtila`ata rejîmê di bajarê Şinoyê de, ji riya şêvr û muxtaran ve givaş xistiye ser xelkê gundewarên sînorî ên Şino`yê û ji wan re gotine ku nabe Hespan xwedî bikin. Çimku ew ajel dibe sedema belavbûna nexweşiyê di nav xelkên gundan de, û saxlemî û tendrustiya xelkê deverê dixe metirsiyê.

Li gora vê nûçeya rejîmê di gundên “Kanîreş” û” Bab Xilawî” de ji muxtar û şêvran re ragehadine daku ji kesên ku hespan xwedî dikin re bêjin, di demeke kurt de hespên xwe bifiroşin.

Ev hewla nû ya rejîmê di demekê de ye ku, xwedîkirina Hespan û kasibiya ser sînoran, yek ji serekîtirîn çavkaniyên bijîv û dahata jiyana hemwelatiyên wan deveran e. lê mixabin her roj ew kasbikar ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê ve bi hinceta veguhastina kelûpelên qaçax ve rastî teqeyan tên, û gellek caran jî ji ber teqeya hêzên rejîmê, canê xwe ji dest didin.