Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şarevaniya bajarê Urmiyê mala kêmendamekê hiloşand

13:44 - 12 Adar 2018

Kurdistanmedia: Wezîfedarên şarevaniya bajarê Urmiyê, mala hemwelatiyekî xelkê wî bajarî herifandin.

Li gora nûçeyên belavbûyî, di çend rojên derbazbûyî de, wezîfedarên şarevaniya Urmiyê, malên çend hemwelatiyên kêmendam ( kêmhiş) kuxelkê wî bajarî ne, hiloşandin.

Wezîfedarên Şarevaniyê, bi hinceta avakirina malên bêmolet li taxa “Îsar” a Urmiyê de, malên van hemwelatiyên kêmendam herifandin.

Piştî belavbûna nûçeya hiloşandina mala wî hemwelatiyî û dengdana wê di torên civakî de, şarevaniya bajarê Urmiyê, daxwaza lêborînê ji malbata wî hemwelatiyî kir û soz da ku malek din jêre dabîn bikin.