Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gef û gurrên rejîma Îranê li serûbendê Newrozê de

14:46 - 14 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hevdem digel xweamadekirina xelkê Kurdistanê ji bo baştir birêvebirina cejna neteweyî a Newerozê, rejîma Îranê givaşên xwe li ser xelkên Kurd zêde kiriye.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Tehranê bi sedema birêveçûna cejna Newrozê di bajarên Kurdistanê de, dest bi gefxwerinê ji çalakvanên navxweyî kiriye, daku bi vî rengî bikare pêşî ji birêveçûna rêûresma Newrozê di bajarên Kurdistanê de bigire.

Her di vê derheqê de, di çend rojên derbazbûyî de, ji bo çendîn caran îdareya Îtil`ata bajarê Merîwanê, şêvr û muxtarên gundên “Nene”, “Nê” û “Balik”, gazî kirine, û ji wan daxwaz kirine daku xwe ji birêvebirina cejna Newrozê biparêzin.

Hevdem digel nêzîkbûna rêûresma Newrozê, îdareya îtil`atê di Kurdistanê de, bi binçavkirin, gazîkirin û gefxwerin ji hemwelatiyên Kurd, hewl dide pêş ji birêveçûna vê cejna neteweyî a Kurdî bigirin.

Di sala derbazbûyî de, çalakvanên siyasî û medenî di Kurdistanê de, kempînek li jêr navê “Newroza Camane” lidarxistin û digel pêşwaziyeke bêhempa ya xelkê Kurd berbirû bû, ku rejîma Îranê ji wê pêşwaziyê berfireh ya xelkê tûşî heyrîmanê hat.

Îsal jî ji ber nêzîkbûna Newroza 2718`an a Kurdî, “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, gazî û daxuyaniyek li jêr navê “Newroz nîşana vejiyan û bihevre bûnê” belav kiriye, ku têde daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirine yekdeng û yek helwêst ber bi newrozê û sersala nû ve biçin û bi lixwekirina kincên Kurdî, Cemedanî û Ebrî û hilgirtina gul û çîçekên sor ber bi sersala nû ve biçin, û digel vejiyana surûştê, vejiyana Newroza Cemedaniyê bikin diyarî ji nîştimanê re.