Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansa: Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê tu hêcetek nine

15:52 - 14 Adar 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Firansayê ragehand serbarê vê ku Tirkiyê nîgeraniyên emniyetî hene, lê ew yek nikare hêcetan bide dest Tirkiyê bona êrîşa li ser Efrînê.

Li gora rapora Royterzê, piştî zextên navxweyî li nav Fransayê, û pêdagiriya “François Hollande” serkomarê berê yê vî welatî li ser piştgiriya welatê xwe ji Kurdên Sûriyê, Wezîrê Karê Derve yê Firansayê bi zimanekî tûj derheq êrîşa leşkerî ya Tirkiyê bo ser herêma Efrînê ragehand, ku nabe Tirkiye bi sedem nîgeraniyên emniyetî êrîşî ser Efrînê bike.

Li gora nivîsa Royterzê dewleta Firansayê bi sedema bêdengiya li hemberî êrîşa leşkerî ya li dijî Efrînê, digel rexneyên navxweyî berbirû ye, û ew gotin jî li jêr zextên navxweyî de bûye.

Ji aliyekî din din ve di parlemntoya Tirkiyê de hevserokê HDP`ê Sizayî Temelî, li dijî êrîşa li ser Efrînê axivî, û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku dawî bi dorpêça li ser vê herêmê bîne.

Li gora rojnameya Cimhuriyet, Sizayî Temelî hevserokê HDP`ê ragehand: Di Efrînê de zarok têne kuştin. Dema ku em li ragehandinên Tirkiyê dinêrin, şerekî nerast em dibînin. Lê di Efrînê de zarok û gellek mirovên din têne kuştin. Dibe hûn dawî bi dorpêçê bînin, dibe ku hûn rêzê ji jiyana Efrîniyan bigrin.

Di Efrînê de, xelk mînaka pêkvejiyanê ne. Ew bajar mînaka jiyana aştîxwazane ye.

Ji sala 2011`an şûnda tenê Efrîn herêmeke bêpar ji şer bû. Lê niha 53 roj in ku ew bajar tê bombebarankirin. Dibe dawî li vê dagîrkeriyê were.

Hevserokê HDP herweha ragehand ku dibêjin Arteşa Azad Efrînî ne, lê em bi başî wan nas dikin, ew ji Efxanistan û Çîçinê hatine.

Hûn jî li pişt vê arteşê diçin bo kavilkirina Efrînê. Piştre hûn dibêjin ku Efrînî wê vegerin Efrînê. Efrînî niha li Efrînê ne. Serbarê vê yekê ewên ku ji şer reviyane, ew jî diçin wir.

Wî di dawiyê de got: Hûn niha jî nîşana “Bozqurt”ê (Gurê gewir) nîşanî Kurdan didin, lê kesên ew nîşan bi kar dianîn, nekarîn piyên xwe ji Osmaniye vêdetir danên.Hûnê jî her hind bikarin herin pêş, ne zêdetir.