Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza cezakirina serkutkerên meşên Befranbara Îranê tê kirin

13:59 - 15 Adar 2018

Kurdistanmedia: Navenda “Edalet ji bo Îranê” ragehand ku 15 kes ji berpirsên Îranî ku di serkuta meşên meha Befranbara îsal de dest hebûne, hatine naskirin, û vê saziyê daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku wan ceza bike.

Navenda “Edalet ji bo Îranê” ku binyateke mafê mirovan li Îranê ye, roja Çarşemiyê 23`ê Reşemehê di daxuyaniyekê de ragehandiye, ku kesên hatine naskirin, postên bilind di Hêza Întizamî û Besîc û di girtîgehan de hebûne.

Navenda “Edalet ji bo Îranê” herwisa daxwaz kiriye ku serdozger, serokê Saziya Deng û Reng a Îranê, û Wezîrê Teknolojiya Zanyarî û Pêwendiyan, Wezîrê Îtila`atê, û Wezîrê Navxwe li ser bingeha yasayên cezakirina binpêkarên mafê mirovan, bêne cezakirin.

Meşên sertaserî ji roja 7`ê Befranbarê ve li Meşhedê dest pê kirin,û aliyê kêm kêşa 72 bajarên biçûk û mezin ên Îranê. Di van xwenîşandanan de, aliyê kêm 27 kes hatin kuştin. Çendîn kesan jî di girtîgehan de li jêr îşkenceyên hovane de jiyana xwe ji dest dan.
Şadî Sedr yek ji birêveberên Navenda “Edalet ji bo Îranê” daxwaz ji civaka cîhanî kiriye, ku bi sepandina dorpêçên navneteweyî li dijî wan serkutkaran, peyamekê bide xelkê Îranê, ku ew bi tenê nînin”.

Hêza Întizamî di dema meşên Befranbara 1396`an de, tundûtîjî li dijî meşvanan bi kar anî, û bi awayekî rasterast xelk da ber gulleyan, û gellek kesan jiyana xwe di encama van tundûtîjiyan de ji dest dan.