Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat û “Hevalên Pêşîn” civiyan

20:56 - 15 Adar 2018

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, digel şandeke “Hevalên Pêşîn” civîn pêk anîn.

Roja Pêncşemî 24`ê Reşemeha 1396`an, şandeke “Hevalên Pêşîn” bi serperestiya “Mistefa Mewlûdî”, sekreterê giştî serdana binkeya serekî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Lepirsyarê giştî yê hizê ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de, “Mistefa Mewlûdî” armanca xwe ji serdana PDKÎ pêşkêş kir, û di peyamekê de pîrozbahiyên xwe bi boneya bidawîhatina serkevtiyane a 16.mîn Kongireya PDKÎ ji rêveberiya hizbê re ragehand, û hêviya serkevtinê ji bo rêveberiya PDKÎ û encamên erkên wan xwast.

Piştre “Mistefa Hicrî” derheqê biryar û encamên kongirê û herwisa çêkirina derfetên zêde ji bo alîkarîkirina wan digel partî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê, axavtinek pêşkêşî mêhvanan kir, û derheqê vê yekê de jî tekez kir ku dibe Kurdistana Rojhilat di warê siyasî de bandordar be.

Şanda mêhvan jî tevî qebûlkirina wan axavtinan û rastiyan, amadebûna xwe ji bo mifahwergirtina ji her derfetekê, ji bo ku bibin hêza bandordar di piroseya siyasî a Îranê û Kurdistana Rojhilat de ragehand.

Di dawiya vê nîqaşê de li ser alîkariyên bi hev re tekez hat kirin, û lêpirsyarê giştî yê PDKÎ jî bi boneya vê serdanê spasiya wan kir.