Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

72.emîna salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat bilind hate ragirtin

13:41 - 16 Adar 2018

Kurdistanmedia: Rêûresma 24`ê Reşemehê 72.mîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê di yek ji binkeyên PDKÎ de bi rê ve çû.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê demjimêr 3`ê piştînîvroya roja Pêncşemiyê 24`ê Reşemeha 1396`an, rêûresmek bona rêzgirtina ji 72.mîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Ew rêûresm bi beşdariya lêpirsyarê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî û endamên Navenda Siyasî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ û endam û alîgirên Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Ew merasim, bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan bi taybetî jinên şehîd dest pê kir.

Piştre Şine Dirûdger cihgira sekretera Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê peyama birêveberiya giştî ya Yekîtiya Jinan di vê merasimê de pêşkêş kir, ku tê de tevî awrîdaneke kurt ji dîroka Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê rêz ji hewl û tekoşîna wan kesan girt, ku ji bo azadî û bextewerî û wekheviyê di nava malbat û di nava civakê de hewl didin.

Piştre sirûda “Yeksanî”yê ji aliyê korsa Koma Hunerî ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin. Di beşeke din ya vê merasimê de, koma govenda “Tewar” ji Navenda 3 a Kurdistanê, bi nîşandana çend tabloyên şahiyê, ew merasim baştir xemilandin.

Di beşeke din de herdu keçên dengxweş Bêrîvan Ezîmî û Şepol Rehîmî du stran gotin.

Herwisa Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî yad û bîra 72.mîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê
Kir.