Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Teşkîlat a PDKÎ hişdariyê dide kirêgirtiyan

14:08 - 16 Adar 2018

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlat a PDKÎ di daxuyaniyekê de hişdariyê dide caş û kirêgirtiyên rejîma Îslamiya Îranê, ku dev ji kar û kiryarên dijîgelî berdin.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Komîsyona Teşkîlat a PDKÎ

Hevwelatiyên birêz!

Hogirên xebata rizgarîxwazane ya xelkê Kurdistanê!


Spaha Pasdaran a rejîma dagîrker ya Komara Îslamî ya Îranê ji riya kirêgirtiyên xwefiroş ve li Kurdistanê, dest daye pîlaneke gemar û qirêj, û nav û nîşanên PDKÎ,û belge û nameyên saxte û tezwîr bi kar tînin, û tevî gefxwarinan daxwaza pere ji xelkê kêmdahat ên gundan dikin, û hewla şelandin û tirsandina wan didin, û zirarê digehînin tevgera rewa ya gelê me.

Di çend rojên borî de di navçeya Tergewer ya Urmiyê de, di zêdetir ji pêncî gundên vê navçeyê de, pîlaneke weha qirêj rê xistiye, û nivîsên wisa belav kirine û daxwazên weha ji xelkê kirine, ku bûye cihê dilekutê û bêzariya xelkê vê deverê.

Bi vê sedemê, em pîlandarêj û bermayîxwarên Spaha Pasdaran ya serkutker di navçeyê de pê dihesînin ku birêveberên vê kar û kiryara dijîgelî bo têkoşerên Demokrat naskirî ne, û hekî ew berdewam bin li ser van karên xwe, wê bêne cezadan û gel ji wan xweş nabe.

Em ji xelkê demokratperwer ê navçeya Tergewer jî daxwaz dikin, ku li hemberî hemû dijminkariyên Komara Îslamî de hişyar û serwext bin, û pîlanên wan pûç bikin.

PDKÎ
Komîsyona Teşkîlat
24.12.1396