Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundê “Nê” ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye dorpêçkirin

20:12 - 17 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hêzên dijîgelî yên rejîma Îranê êrîşî ser xelkê gundê “Nê” kirin, û di vî gundî de qedexeya hatûçûnê ragehandin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 25`ê Reşemehê, çekdarên girêdayî Spah û Îtila`ata rejîma Îranê, êrîş birine ser gundê “Nê” a girêdayî bajarê “Merîwan”ê, û pêşî ji birêveçûna rêûresma pêşwazîkirin ji hatina cejna Newrozê di wî gundî de girtin.

Li gora zanyariyên vê dawiyê, xelkê gundê “Nê” ku dixwastin ji ber nêzîkbûna cejna neteweyî a Newrozê rêûresmekê lidar bixin, mixabin ew rastî qirêjxwarên girêdayî Sapah û Îtila`ata rejîma Îranê hatin, û pêşî ji wan hate girtin, û di encamê de jî şer û pevçûn di navbera xelkên wî gundî û hêzên hikûmetê de derket.

Li gora vê nûçeyê, di şer û pevçûnên ku di navbera xelk û hêzên rejîmê de çê bibû, çend Tirombîlên rejîmê hatine şikandin, û li hemberî wê de jî hêzên rejîmê dest bi ser org û keresteyên muzîkê de girtin, û ev digel xwe birin.

Hatiye ragehandin ku rewşeke leşkerî-emniyetî bi ser gundê “Nê” de zal e, û hemwelatiyên vî gundî ji ber hêzên rejîmê nikarin tu aliyekî ve biçin.

Gundê “Nê” yek ji wan gundên girêdayî bajarê “Merîwan”ê ye, ku di sala derbazbûyî de bi encamdana berdewam a çalakiyên nîştimanperwerane û rêzgirtin ji boneyên neteweyî ên xwe, hemû sîstema rejîma Îranê rastî kêşe û aloziyan dikin.