Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadî a Kurdistanê û PDKÎ civiyan

20:59 - 19 Adar 2018

Kurdistanmedia: Partiya Azadî a Kurdistanê û PDKÎ di hevdîtinekê de, derbarê rewşa navxweyî a rejîma Îranê û rewşa Kurdistana Rojhilat de axivîn.

Roja Yekşemî 27`ê Reşemeha 1396`an, şandeke Partiya Azadî a Kurdistanê bi serperestiya “Husên Yezdanpenah” serokê vê partiyê serdana binkeya serekî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke hizbê ve bi serperestiya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ pêşwazî ji wan hate kirin.

Yezdanpenah armanca vê serdanê nûkirina pêwendiyên siyasî û pîrozbahîgotinê bi boneya bidawîhatina kongireya 16.emîn a hizbê “kongreya Rasan a Rojhilat”, û herwisa guherîna bîrûrayan û çawaniya pêwendiyên di navbera her du aliyan de, bi armanca hevkariyên li dijî rejîma Îslamî a Îranê ragehand.

Di vê civînê de “Hicrî”, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ derheqê rewşa siyasî a rejîma Îranê û vê kirîza hemûaliyane ku beroka (pêsîra) rejîma Îranê girtiye, ji bo şanda mêhvan axivî.

Lêpirsyarê giştî yê hizbê, di beşeke din ya axavtinên xwe de îşare bi helwêsta azadîxwazî a civatên xelkê Îranê û Kurdistanê û serhildanên Befranbara îsal ya ku di bajaran bi taybet bajarê Kirmaşanê de hatibû lidarxistin kir. Beşeke din a axavtinên “Mistefa Hicrî” li ser bername û encamên kongirê û hewlên hizbê ji bo hevkarî digel hizb û aliyên siyasî yên din ên Kurdistana Rojhilat bû.

Piştre “Husên Yezdanpenah” tevî spaskirina ji pêşwazîkirina hizbê, bîrûbûçûnên xwe derheqê bas û mijaran de anî ziman, û tîbîniyên xwe di warê siyasî û hevkariyên xwe di asta Kurdistana Îranê de weke hewcehiyeke siyasî û dîrokî bas kir, û herwisa derheq bêzarbûna civatên xelkê Îranê di warê aborî û derbazkirina jiyanê ji bo beşdaran axivî.

Di dawiya vê hevdîtinê de her du aliyan, li ser alîkariyên xwe tekez kirin.