Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Donald Tiramp bi boneya sersala nû

15:20 - 20 Adar 2018

Kurdistanmedia: Serokê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê di peyama pîrozbahiya Newroz û sersala nû de ragihand ku ew dê li gel xelkê Îranê û armancên wan de bin.

Donald Tiramp roja Duşemî, 28`ê Reşemeya 1396`an a rojî, peyamek pîrozbahiyê arasteyî hemû ew kesan kir ku hatina Buharê û sala nû pîroz dikin.

Navhatî di peyama xwe, rû ji xelkê nerazî ê Îranê got: “2500 salan berî niha Daryûş ji Xweda parayewe ku Îranê ji sê felaket û belayên weke hêzên dagîrkar, hişkesalî û diroyan biparêze, mixabin îro Sipaha Pastaran nûnerê her sê ji wan e”.

Tiramp li vê derheqê de ragihandiye ku, yekem: Sipaha Pastaran a Komara Îslamî ya Îranê li bingeh de Îranî nine, xelkê tepeser dike, mafê wan pêpes dike û wan talan dike û ji derweyî sînorên xwe piştewaniya terorîîzmê dike. Duyem, Sipaha Pastaran bi çêkirina avbendên zaf li ser riya rûbaran, bûye bi sedema hişikbûna beşek zaf ji xaka Îranê, lewma ax û tozbarîn jî zêde kiriye. Felaketa sêyem jî ew e ku siyaseta fermî ya vê rejîmê jî xapandina xelkê ye û Sipaha Pastaran bi sansor û serkut û piropagendeyên nerast, ew rastiya ku rejîma Îranê sermiyana xelkê talan dike û reftarên xirab bi xelkê xwe re dike, vedişêre.

Li daviyê deTramp gotiye ku: “xelkê Îranê çavnihêrê hatina buhara hêviyên xwe ne û bila xatircem bin ku DYA bi wan re dimîne”.

Navhatî herweha bi nûneratiya xelkê Amerîkayê hêviya wê ji xelkê Îranê re xwast ku li sala nû de bi armancên xwe bigihîjin û ji tarîtî û belaya Komara Îslamî ya Îranê rizgar bibin.