Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma newrozê di binkeya serekî ya PDKÎ de bi rê ve çû

02:27 - 21 Adar 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya cejna neteweyî û hatina sersala nû merasimeke bicoş di binkeya serekî ya PDKÎ de bi rê ve çû.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragehand ku roja Sêşemiyê 29`ê Reşemeyê rêûresema cejna neteweyî ya newrozê û hatina sersala nû ya Kurdî bi beşdariya lêpirsyarê giştî ê hizbê, endamên Navenda Siyasî û kadr û pêşmerge û malbatên PDKÎ di binkeya sereke ya PDKÎ de bi rê ve çû.

Destpêka merasimê bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel dest pê kir.

Piştre peyama newrozî ya PDKÎ ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.

Hicrî di destpêka peyama xwe de bas ji vê kir: “Îsal jî di demekê de em ber bi pêşwaziya ji newrozê ve diçin, ku sala borî welat û neteweya me çendîn pêşhatên curbicur bi xwe ve dîtine, ku her yek ji wan em dikarin wekî serkevtin û alozî bihesibînin. Deskevtên ku pêşhatên Rojhilat, Başûr, û Rojavaya Kurdistanê bi xwe ve dîtine, û lawaziyên ku mînakên wê yên herî xûya û berçav di Başûr û Rojava de ne. Lê dema ku ji çavên newrozê ve, em li hemiyan dinêrin, di Rojhilat tenê nasnameyekê dixe bîra me de, ku ew jî nasnameya Rasanê ye. Rasan bi wateya berdewambûna li ser xebatê, bi armanca pêkvegirêdana xebata çiya û bajar”.

Mistefa Hicrî di axatina xwe de bas ji vê kir ku: “Di sala 1396`an de cîhan şahidê pêkhatina mezintirîn û bibandortirîn guherîna siyasî û civakî di sertaserê Îranê de bû. Serhildana xelkê Îranê di vê salê de ku rejîm û dest û pêwendiyên wê hewl dan ku di çarçoveya giranî û kirîza aborî de pênaseyê jê re bikin, erdhejek bû ku piştî çend dehikan ji deshilatdariya vê rejîmê stûnên fikrî û felsefî ên hikûmetê têk rûxandin, û rûyê rasteqîne yê Komara Îslamî li derve û di navxwe de bo hemûyan eşkeretir kir”.

Navbirî herwisa ragehand: “Hekî di heyama van salan de, bi şanogerî û lêbandina xelkê xwast ku cîhanê wisa halî bike ku rejîm reformhilgir e, û pêngav bi pêngav ber bi reforman ve diçe, û reformîst bilindgoya vê siyaseta xapînok bûn, xwendekaran di zankoya Tehranê de hawar kirin ku “reformxwaz û muhafizekarno! hikayetên we bi dawî hatin” û bi vî rengî ew sehra rejîma cadûger hilweşandin, ew diruşm heman hez û armancek e ku bi dehan salî ye ku PDKÎ hewl daye ku vê rastiyê bo xelkê Îranê rohn bike, ku kêşeya bingehîn li Îranê Komara Îslamî ye, ne reformxwaz û muhafizekar”.

Piştî gotinên birêz lêpirsyarê giştî sirûdek li jêr navê “Newroz” ji aliyê koma muzîkê ya PDKÎ ve pêşkêşî beşdarên merasimê hate kirin.

Di beşeke din de parçe helbestek li jêr navê “Rêbaz” ji aliyê Şerîf Felah ve hate xwendin.

Piştre stranek li jêr navê “Berî Beyanî” bi dengê hunermend “Xulam Fatihî” û Xatû Bêhnaz Tewesolî hate pêşkêşkirin.

Bi boneya cejna newrozê û hatina sersala nû ya Kurdî zarokên ser bi Navenda Nêrgiz a PDKÎ sirûdek li jêr navê “Newroz” bi serperestiya Zemend Beharî pêşkêş kirin.

Piştre çend tabloyên govenda reşbelek ji aliyê girûpa govenda Kurdistanê ve hatin pêşkêşkirin.

Di beşa duyem ya vê merasimê de daxwaz ji Mistefa Hicrî û kak Selah Rehmanî bavê şehîd Sebah Rehmanî hate kirin, ku xetîra agir ji destên ciwanan wergirin, û agirê newroza 1397 (2718)`an a Kurdî hilkin, ku hevdem jî sirûda “Emrojî salî taze ye” hate pêşkêşkirin.

Ew merasim bi govend û dîlanê bi dawî hat.