Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maşîna terorîzmê a Dewleta Îranê

03:51 - 21 Adar 2018

HESEN TEBÎRE

Ji bilî cewherê terorîzm a Komara Îslamî a Îranê, ew di hemû heyama deshilatdariya xwe de, di asta navxweyî û herêmî de, ji kiryarên xwe ên terorîstî, wek yek ji stûn û bingehên hebûna xwe mifayê werdigire, û bûye egera fitne û têkdana ewlehî û tenahiya navçeyê, û derbiderbûna bi milyonan mirovî.

komara Îsalamî a Îranê bi hemû riyên berdest ji salên heftiyan pêde bi danîn û bicihkirina bombeyan li ser rê û otomobîlên pêşmerge û endamên hizbên Rojhilatî, qesda jehrawîkirina wan,revandin, şandina pirtûk û pakêtên bombekirî ji riya casûs û kirêgirtiyên xwe ve, û bi derev û xapandin û xiyanetên wekî rejîma Pehlewî ji bo şehîdkirina rêber û serkrdeyên Kurd Simko, karîn ku Dr.Qasimlo û Dr. Şerefkendî û hevalên wan jî şehîd bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di salên heftiyan de li Başûrê Kurdîstanê navên zêdetir ji 200 qurbaiyên êrîşên terorîsî ên Îranê, ku 151 ji wan endam û kadrên Hizba Demokrat a Kurdîstana Îranê bûn hatiye tomarkirin. Bezandina axa Îraqê û Herêma Kurdistanê û binpêkirina yasayên navdewlet, û di sala 1375 (1996)an de, topbarankirina kempa Azadî a Hizba Demokrata Kurdîstana Îranê li Koyê ji aliyê Spaha terorîst a Pasdaran, û teqîna şeva Yelda ya 1395`an li pêşberî binkeya Defter Siyasî ya PDKÎ bû sedemê şehîdbûna 7 kesan ku 2 ji wan endamên Asayîşê bûn, û ya herî dawiyê êvara Pêncşemiya çûyî di derdora si`et 16:00 li nahiya Bineslawa du endamên PDKÎ bi navên Selah Rehmanî û kurê wî Sebah Rehmanî 33 salî li ber deriyê mala xwe bûne qurbaniyên kiryarên terorîstî ên Îranê, û bi mixabinî ve Sebah bi egerê birîna dijwar ku du lingên xwe ji dest dabûn, di sibehiya roja Înê tevlî karwanê şehîdên Kurdîstan û Rasanê bû.

Herwiha li Balîsan a navçeya Xweşnawetî , Qadir Qadirî kadrê PDKÎ hate terorkirin û tevlî karwana şehîdan bû.

Pirsyar ew e ku gelo çima dîsan komara Îslamî rêya terorê girtiye pêş? Wan cure kiryarên namirovane çi bandorek li ser xebata neteweya Kurd û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bo gihîştin bi armancên şehîdan hebû?

Gelo Rejîm bi kuştina xebatkar û ciwanên Kurd gehiştiye encamekê?

Piştî 20 salan bêdengiyê, PDKÎ biryara qonaxek nû di xebata xwe de ku dirêjîpêdana armancên pîroz ên Pêşewayê nemir Qazî Mihemed û Qasimlo û Şerefkendî ye, bi navê RASANê (Rabûnê) da.

Hêviyek di nav dilê gelê kurd da çê bû, û ji aliyê endam û pêşmergeyên hizbê û xelkê Rojhilat ve pêşwaziyek mezin lê hate kirin da ku çiya û bajar hev bigrin û xebatek hevbeş pêk bînin, pêşmerge bi şêweyek medenî û bê şer bikeve nav bajar û bi gelê xwe re hevxebat be, lewma tirs û lerzîn ketiye dilê dijmin û bi piropagenda li dijî Rasan û biçûknîşandana vê tevgerê, û rûkirina li terorê, serkutkirina “pêşmergeyên şar”, milîtarîzekirina Kurdistanê, wisa nîşan bide ku me karî tevgera Rasanê ji nav bibin û hêj ev hêz û qavet maye ku her derî gef û tirs li ser me hebe, emê bikin armanc.

Eger bi bawer û hizra Komara Îslamî rêgirî ji xwast û daxwazên neteweyî ên Kurd bi serkut û teror, û zîndanê çareser be, eva li şaşiyek mezin da ye, heke terorê bikarîba tevgerê bêhêz bike, dibû piştî terora Dr. Qasimlo rêberê Hizba Demokrat, piştî terora D.r Şerefkendî û sedan heval û şoreşvanên Kurd, tu nav û nîşanek li hizba Demokrat û tevgera vî nemaba, îro ciwanên tevlî rêza Demokrat dibin, ne tenê poşman û du dil nînin, û paşve pêngav nehavîştine, belkî bi moraleke bilind pirtir li her demî Amadeyê şer, û xwegorîkirinê ne.

Hizbek ku piştevan û hêza wê ji gel û çiyayê wê be, xema jidestdana heval û hogir, û şehîdên xwe kiriye îrade û armanc, û bi moralek bilind bi domandina vî karwanî, bêguman wê biserkeve û bi ser dijmin de zal bibe.

Baweriya gel bi Hizba Demokrat û tevgera Rasanê di astekî da ye ku babê şehîd Sebah bi şanazî ve li ser termê kurê xwe bi dengek bilind û bihêz rû li dewleta Îranê dibêje ku 3 kurê din jî min hene, û ezê wan jî bikim qurbana netewa Kurd û Hizba Demokrat, ez bixwe jî amade me serê xwe di vê rêbazê da bikim qurbanî . Riha wan şad û riya wan pir rêvîng.

Di dawiyê de bi peyamên rêberê mezin û hertim zindî Dr. Qasimlo bo bîranîna şehîdan: Gelek ku azadiyê bixwaze divê nirxa wê jî bide, karwana şehîdên me dirêj e, lê renge ji wê jî dirêjtir be, tu neteweyek bêy fîda û gorîkirina baştirîn keç û xortên xwe di çepera xebat û berxwedanê de negihîştiye armancên xwe, emê serê xwe ber bejna hemû şehîdên kurdistanê bitewînin, û rê û şopa wan dê berdewam çiraya riya xebata me be.