Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Panoramaya sala 1396 (21`êAdara 2017-20`ê Adara 2018)`an

14:31 - 22 Adar 2018

A: Kurdistan

07.02.1396 (27.04.2017)`an: Şeş aliyên Kurdistana Rojhilat daxwaz ji hemû xelkê Kurdistana Rojhilat kirin ku di hilbijartinên roja 29`ê Banemerê de beşdariyê nekin.

Şeş aliyên Kurdistana Rojhilat pêkhatî ji PDKÎ, Komeleya Zehmetkêşan, Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, Komele (Rlkxirawa Kurdistanî ya Hizba Komonîst a Îranê) û Hevalên Pêşîn di daxuyaniyeke hevbeş de, hilbijartinên serkomariyê a rejîma Îranê baykot kirin, û daxwaz ji hemû xelkê Kurdistana Rojhilat kirin ku wekî dijkiryarekê li hemberî hemû neheqiyan, di hilbijartinên roja 29`ê Banemerê de beşdariyê nekin.

Pûşpera 1396 (July 2017)`an: Navê şehîdên nû yên Rasanê di hemaseyên Qereseqel û Kosalanê hate ragehand

Piştî salekê şopandina bi hûrî ya PDKÎ û dilsojên hizbê, di navçeyên Merîwan û Şinoyê, derket ku mixabin çend xortên bicerg ên PDKÎ di nava agirê kerb û kîna dijmin de canê xwe ê pak kirine goriyê riya pirr ji serweriya azadiya gel û nîştiman, û tevlî refên karwanê pirr ji şanazî ya şehîdên Kurdistanê bûne.

Navê van şehîdan ev in:

Şehîd Bêhzad Pîrotî: Kurê Husên Pîrotî ye, û sala 1373`an li bajarê Şinoyê de ji dayîk bûye.

Şehîd Elî Mehmûdî (Şemal): Kurê Kerîm sala 1366`an ji dayîk bûye.
Şehîd Mêhdî Şêxî: Kurê Hemexan, sala 1338`an di gundê Tewrîwer a navçeya Jawer ya Sinê de ji dayîk bûye.

Şehîd Berzan Husênî: Kurê Osman e, û ji dayîkbûyê sala 1356`an e, û li Belebzan a ser bi bajarê Pawe ji dayîk bûye.

Şehîd Ruhullah Heyderî: Kurê Mihemed, ji dayîkbûyê sala 1348`an , ji gundê Degag a navçeya Şamyan a ser bi şaristana Sewlawa ye.

Şehîd Sahib Husênî: Kurê Ezîz sala 1367`an di gundê Helwan a Jaweroya Sineyê ji dayîk bûye.

Şehîd Efşar Sûre: Kurê Mehmûd e, û di sala 1366`an li gundê Tewrîwer a navçeya Jawero a Sineyê ji dayîk bûye.

Şehîd Hîwa Qurbanî: Kurê Hesen e, di sala 1370`î de li Kamyaranê ji dayîk bûye.

2017.08.03 (1396.05.12): Kirîs Koçêrayê rojnamevan û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat koça dawiyê kir

Rojnamevan, nivîskar û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Kirîs Koçêra li jiyê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Piştî sê rojan, nûçeya koça dawiya Kirîs Koçêra ji aliyê ‘’Êdît Koçêra’’ya hevsera wî ve hat piştrst kirin.

Kirîs Koçêra parek zaf ji jiyana xwe ji bo lêkolîna ji dîroka gelê kurd û xistine rojeva pirsgirêkên siyasî û civakî ên neteweya kurd veqetandibû û li vê derheqê de komek berhemên binirx pêşkeşî pirtûkxaneya cîhan û ya gelê kurd kiriye.

Ew rojnamevanê Firansî, dostê gelê kurd bi giştî û Hizba Demokrat û Dr. Qasimlû bi taybetî bû.

Li gorî nivîsên wî, bîr û hizrên dr. Qasimlû ewqas bandor lê kirine ku ne tenê wekî rojnamevanekê kar û xebatê ji bo gihandina dengê kurdan bike, belkî hewil bide li ser dîroka kurdan jî lêkolînê bike û pênc pirtûkan li ser dîroka kurdan binivîse ku pêk tên ji:

- Tevgera Netewî a Kurd, çapa sala 1979
- Alengarî Kurd û xewna xweseriyê, 1997
- Kurdistan, rêberê Edebiyatê, 1998
- Pirtûka Reş a Sedam Husên, 2005
- Çîroka dîroka Kurdistanê, 2007

Ev nivîskarê binav û deng di sala 1938’an de ji dayîk bûye û yek ji lêkolînerên herî navdar ê Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa kurd e.

Kirîs Koçêra li dor tevgera netewî – demokratîk a gelê kurd xincî nivîsîna çendîn pirtûkan, bi dehan semînar û reportaj û raport jî berhev kirine.

14.05.1396 (05.08.2018): Du pêşmergeyên PDKÎ tevlî karwanê sorxelat ên hizb û gel bûn

Di encama şerê di navbera hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat û Spaha terorîstî ya Pasdaran li devera Pîranşehrê de çendîn pasdar hatin kuştin û birîndarkirin û mixabin li wê pevçûnê de 2 pêşmergeyên canfîda yê gel jî tevlî karwanê sorxelat ê şehîdan bûn.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, şeva Şemî li ser Yekşemî, 5`ê Tebaxa 2017`an, demjimêr 11`ê şevê, tîmek ji hêza pêşmergeyên navbajêr ên ser bi Hêza Pêşmergeyên Hizba Demokrat li dema encamdana me`imûriyetek hizbî li devera Pîranşehrê de ketne boseya çekdarên Spaha Pasdaran a Terorîstî û kirêgirtiyên wê de, û li encamp de şer û pevçûn derket.

Di wê pevçûnê de, derbek giran ji dujminên azadiyê ket û li gor nûçeya gihîştî 4 terorîstên ser bi Spaha Pasdaran hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne. Herweha mixabin di wê pevçûnê de du pêşmergeyên fîdakar û dilsoz ên Hizba Demokrat bi navên Ye`iqûb Muradî û Hêmin Mewlannijad şehîd bûn û doma rê û rêbaza xwe bi hevalên xwe li nav Hizba Demokrat de spartin.

04.07.1396 (26.09.2017):Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna referandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna referandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ku di beşeke vê daxuyaniyê de hatibû:

Roja Duşemî 3`ê Rezbera 1396`an ya Rojî hevberî 25.09.2017`an referandoma serxwebûna Kurdistanê li gora bernameyên darêtî, û serbarê hemû gefên welatên navçê, û xwendinên cur bi cur ên beşek ji welatên cîhanê bi awayekî serkevtî û di nava rewşeke bi tewahî demokratîk û azad de bi rê ve çû.

Bi vî rengî rojeke girîng a nîştimanî û neteweyî di dîroka bixwîn û pirr ji karesat ya Kurd û di heman demê de, tejî ji xebta û berxwedana Kurd û Kurdistanê hate tomarkirin, û li serxistina vê piroseya demokratîk de, berxwdan û vîna bihêz ya serkirdayetiya Kurd li Başûra Kurdistanê û yekdengiya hêzên siyas ên vê perçeyê ji Kurdistanê roleke hêja û bibandor di şanaziyan de lîst.

PDKÎ her di destpêkê de, ku ew pirsa kete ber bas, ji riya çend daxûyaniyên fermî û dehan gotûbêjên medyayî ve, tevî piştevaniya xwe ji encamdayîna referandomê bo serxwebûna Kurdistanê, ew pirs wekî derfeteke zêrîn û pêngaveke neteweyî û nîştimanî da zanîn, û daxwaz ji hemû endam û alîgirên xwe di Başûra Kurdistanê, di welatên derve û Kurdistana Rojhilat kir, ku çi ji dest wan tê, bo hêsankarî û serxistina vê biryara dîrokî û piştevaniya ji wê encam bidin, û di her cihî dengê xwe bixin rex dengê xûşk û birayên xwe li Başûra Kurdistanê, û palpiştiya serxistina vê pêngava çarenûssaz bikin.

PDKÎ bi boneya birêveçûna serkevtiyane ya referandomê pîrozbahiyê dibêje serkirdayetiya Kurd, xûşk û birayên xwe li Başûra Kurdistanê, û hêzên siyasî û tewhaiya neteweya Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê, û hêviya vê yekê dixwaze ku ew pêngav destpêka bidawîhatina êş û azarên Kurdan li Başûra Kurdistanê be, û bibe sedema bidestvehatina hêvî û armancên neteweyî û nîştimanî, ku bê guman wê bandorê li ser çarenûsa gelê Kurd danê.

(19.11.2017) 28.08.1396 :Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq erdhejê û bûyerên piştî wê daxuyaniyek weşand

Kurdistanmedia: Deftera Diyasî ya PDKÎ derheq bûyera xwezayî ya erdhejê û alîkariya berfireh ya xelkê Kurdistanê ji xelkê zirardîtî re, daxuyaniyek belav kir, û ew alîkarî wekî afirandina hemaseyê (destanrêsiyê) ji karesatê bi nav kir.

Di beşeke daxuyaniya PDKÎ de hatibû:

Mixabin roja 21`ê Xezelwera 1396`an, bûyera xwezayî ya erdhejê li Kurdistanê da, û li her du aliyên Rojhilat û Başûra Kurdistanê wêraniyek zêde lê ket, ku ew wêranî û qurbaniya ku lê ket, li bajarên ser bi parêzgeha Kirmaşanê ew qas zaf bû, ku karesateke mezin lê ket.

Li gora hinek ji amarên rejîmê ( ku gellek jî cihê baweriyê nînin, û wêranî û qurbanî gellek ji vê hindê meztir û zêdetir in) nêzî 500 kuştî û zêdetir ji 10 hezar birîndar lê ketine, zêdetir ji 12 hezar yekîneyên akincîbûnê bi tewahî herifî ne, û bi hezaran mal û yekîneyên din zirar dîtine, bi awayekî ku kêrî rûniştinê nahên. Çendîn bajar û nêzî 1600 gund jî ber xisara erdhejê ketine, û hemû evane û hatina sirr û serma û baran û qurbaniyên piştre û ...hwd, nîşan didin, û dibêjne me ku hejmara qurbanî û wêraniya vê karesatê gellek zêdetir ji vê bûye, ku hatiye ragehandin, û kûrahiya vê karesata mirovî piştre wê zelal be.

Herwisa Deftera Siyasî ya PDKÎ spasiyeke taybetî li hemû tex û qat û girûpên nava civaka Kurdistanê û neteweya xwedîmoral û çavvekirî û li ser hest ya Kurd dike, ku karesat li pey karesat û bûyerên nexweş li pey hev, bi ser wan de hatin, lê ew bi ew qasê moral û vîn û îradeyê ve pêkve bûn, û bi yekrêzî û hevsozî û hevpêwendiya mirovî û neteweyî destanrêsî afirandin, û ne tenê cîhan sersamê îradeya xwe kirin, belkû waneyên pêkvebûnê gehandin guhê têkoşerên xwe jî. PDKÎ şanaziyê bi neteweyeke weha dike, û di hemberî îradeya neteweyî û hesta pak û bêgerd ya mafxwaziya wan de serê hurmetê ditewîne.

09.12.1396 (28.02.2018): Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq bidawîhatina 16.mîn kongireya PDKÎ daxuyaniyek belav kir

Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna û bidawîhatina serkevtiyane ya 16.mîn kongireya PDKÎ daxuyaniyek weşand, ku di beşeke vê daxuyaniyê de hatibû:

Ji riya vê daxuyniyê ve em hemû aliyekî agehdar dikin, ku 16.mîn kongireya PDKÎ êvariya roja Sêşemiyê 1`ê Reşemeha 1396`an (20.02.2018)`an li gora vê bernameyê ku wekî destûra kar hatibû diyarîkirin, dest pê kir, û piştî çar rojan karê berdewam derengiyeke şeva Înê li ser Şemiyê, rêkewt 4`ê Reşemehê dawî bi karên xwe anî.

Kongireya 16.mîn ya PDKÎ di rewşeke taybetî û navçeyî de bi rê ve çû, ku pêwîst bû hem di warê siyasî û hem jî di warê emniyetî de, girîngiyeke berçav pê bê dan. Bi taybet ku Komara Îslamî ya Îranê bo derbelêdana li kongirê, yan pêşgirtin ji birêveçûna wê, di nava hewldanan û pîlandarêtinan de bû. Bi xweşî ve PDKÎ bi berçavgirtina hemû erkan bi taybetî di warê dem û cihê kongirê û parastina ewlehiya cihê kongirê hûrbînane reftar kir, lewra jî kongire di vî warî de bi awayekî serkevtî bi rê ve çû.

Salona kongirê bi çendîn diruşman hatibû xemilandin, ku eyankerê bîrûboçûnên demokratîk, neteweyî, û dadperwerane yên PDKÎ bû, ku kongire wekî kongireya “Rasana Rojhilat” pênase kiribû.

Kursiyên hevalên şehîd, Çeko Rehîmî, Kawe Cewanmerd, û Hêmin Mewlannijad ku nûnerê kongirê bûn, lê mixabin bi sedema şehîdbûna wan, berî birêvçûna kongirê betal bûn, bi qevdên gulan hatibbûne xemilandin.

Beşeke din ya karê kongirê bas li ser terhê guherîna pêkhateya hizbê bû. Ew terh ji aliyê beşdarên Kongirê ve bi awayekî têr û tejî bas li ser hate kirin, û guherîna bîr û boçûnan li ser hate kirin, û piştî berçavgirtina raya piraniya beşdaran, wekî terhê guherîna pêkhateya hizbê, bi dengê piranî yê beşdarên kongirê, hate pejirandin.

Herwisa hilbijartin bo lêpirsrawê giştî ê hizbê bi rê ve bir, di encam de hevriyê birêz Mistefa Hicrî bi piraniya dengê beşdarên kongirê, wekî lêpirsrawê giştî ê PDKÎ hate hilbijartin.

Piştre vê lêjneyê karê hilbijartina endamên Navenda Siyasî bi rê ve bir, û di nava kandîdatoran de, ku hejmara wan berçav bû, ew rêjeya ku kongirê bo Navenda Siyasî pesend kiribû, li çar gerên hilbijartinê de, serkevtiyên hilbijartinê ragehand. Di vir de îşare bi vê hewce ye, ku rêjeya beşdariya jinan çi wekî endmên nûnerê kongirê, û çi jî wekî endamên Navend Siyasî, heya qasekê hilkişiyan bi xwe ve dîtibû.

Hewcehî gotinê ye ku di navbera qonaxên bernameya kongirê de, lîste û navê van hizb û aliyên siyasî ên biyanî, Îranî û Kurdistanî, ku peyam bo kongirê şandibûn, ji aliyê komîsyona peyamên Komîteya Amadekar ya Kongirê ve bi agehdariya beşdarên kongirê gihîşt, û lîsta wan peyaman jî hatin ragehandin ku bi navê kongirê ve bo aliyên hewce tê şandin.

Herwisa komîsyonên sikala (şikayet, gilîname, doz) û biryarên kongirê jî, erkên xwe bi rê ve birin, û encam bi kongrê ragehandin.

Bi vî awayî 16.mîn kongireya PDKÎ

serkevtiyane dawî bi karên xwe anî, û herwekî pêştir jî îşare pê hate kirin, belgenameyên kongirê piştî amadebûn û çapkirinê, wê bikevin ber destê xwîneran.

07.12.1396`an (26.02.2018) : Navenda Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek weşand

Navenda Siyasî a PDKÎ hilbijartiya kongireya 16-an a PDKÎ pêşnîvroya roja Duşemiyê rêkewt 7`ê Reşemeha 1396`an (26.02.2018) yekem civîna xwe bi beşdariya lêpirsrawê giştî ê hizbê rêzdar Kak Mistefas Hicrî û endamê Navenda Siyasî a PDKÎ pêk anî.

Di vê civînê de erk û deshilatên Navenda Siyasî a PDKÎ ku ji aliyê Kongireya PDKÎ ve hatine pejirandin, bi berçavrohniyeke zêdetir ve behs li ser hate kirin, û bi awayekî hûr li ser axavtin hatin kirin. Di beşeke din de li ser şêweya karê Navenda Siyasî a PDKÎ guherîna bîr û rayan hate kirin.

Di beşa dawiyê de jî, li ser pêşniyara lêpirsrawê giştî û paş dengdana beşdarên civînê, hevrê rêzdaer Hesen Şerefî bi dengê giştî wekî berpirsê Navenda Siyasî a PDKÎ, û di heman demê de wekî cihgirê lêpirsrawê giştî yê PDKÎ hate hilbijartin.

10.12.1396 (01.03.2018): Endamên PDKÎ li Hewlêrê bûne armanca kiryareke terorîstî

Du endamn PDKÎ bi navên Selah Rehmanî û Sebah Rehmanî ku bav û kur, û xelkê bajarê Kamyaranê û rûniştiyê Hewlêrê bûn, di encama bombeya ku di tirombêla wan de hatibû danîn, bi giranî birîndar bûn, ku mixabin Sebah Rehmanî kurê Selah bi sedema kûriya birînên xwe cane xwe ji dest da.

Di rêûresmekê de şehîd “Sebah Rehmanî” ku bi destê terorîstênTehranê, di bajarê Hewlêrê de hatibû şehîdkirin, di goristana şehîdên PDKÎ de bi axê hate spartin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehand ku roja Înê 11`ê Reşemeha 1396`an, bi beşdariya Lêpirsrawê giştî yê PDKÎ û endamên Navenda Siyasî a Hizbê, kadr, pêşmerge, malbat û mêhvananên beşdar, termê şehîd “Sebah Rehmanî”, ku roja Pêncşemî bi destê terorîstên rejîma Tehranê di bajarê Hewlêrê de hatibû şehîdkirin, di goristana şehîdên PDKÎ de bi axê hate spartin.

Di vê rêûresmê de, “Hesen Şerefî” cihgirê lêpirsrawê giştî yê PDKÎ û berpirsê navenda siyasî axivî.

Şerefî di axavtina xwe de bas ji vê kir ku, îro em li rêûresma bi axê spartina xebatkarê neteweya me şehîd “Sebah Rehmanî” yê temen 33 salî, û kurê “Selah Rehmanî” kom bûne, da ku termê pîroz yê wî bi axa pîroz a Kurdistanê bispêrin.

Şerefî di doma axavtinên xwe de ragehand ku, du rojan berî niha destê terorîstên rejîma kevneperest a rejîma Îslamî a Îranê, gihîşte mala rêzdar “Selah” û bi zeliqandina bombeyek bi tirombêla wî ve, ku di encama vê kiryara terorîstî ya rejîmê de, Selah digel kurê xwe bibûne armanc, di encamê de jî Sebah jiber kûrbûna birînan canê xwe ji dest da, û Selah jî birîndar bûye.

Berpirsê Navenda Siyasî a PDKÎ, di beşeke din a axavtinên xwe de got ku, rejîma Îranê ji tevgera kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ditirse, û ji ber tirsa têkoşan û xebata PDKÎ, dest ji bo hemû karekî ku teror yek ji wan e dibe lê, bila rejîma Îranê vê yekê bizane bi encama kiryarên bi vî rengî, gavên me sist nabin belku bihêztir dibin.

Piştre rêzdar “Selah Rehmanî” bavê şehîd “Sebah” axivî.

Rêzdar “Selah” di axavtina xwe de got ku bila rejîma terorîst a Îslamî a Îranê vê yekê bizanbe, ku bi vê kiryara rejîmê, îradeya min sist nabe û ezê tola vê kiryara terorîstî bistînim.

Navbirî herwisa got ku, sê kurê min hene, ezê her sê kurên xwe goriyê PDKÎ bikim, û ev kiryara rejîmê pêngavên min ji xebatê sist nake, belku gavên min ji bo pêşveçûnê bihêztir dike.

Banga Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bo newroza 2718`an a Kurdî

Li bereberê hatina newroza 2718`an a Kurdî, Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, bangewazek li jêr navê “Newroz Hêma û nîşana vejiyan û pêkvebûnê” belav kirin, ku tê de hatiye: Sala ku borî newroza camane (axabanî)yan bû, piştî wê hemû coşa ku îşare pê ahte kirin, cihê xwe ye ku newroza bê, bi heman coşê û bi camaneyan (axabaniyan) û hewrî (ebrî), û lixwekirina kincên Kurdî û hilgirtina gulên sor bixemilînin, û digel vejiyana xwezayê.
Vejiyana newroza axabaniyan ji bo nîştima bikin diyarî, lewra em daxwazkar in ku yekdeng û yek helwest ber bi pêşwaziya ji newrozê û sersala nû ve herin.

Bêguman hevxebatî û yekrêziya neteweya me, remza serkevtina me ye. Ji vê dîtingehê ve jî em daxwazê ji tewahiya xelkê nevest û welatparêz ên Kurdistana Îranê dikin, ku bi heman îrade û morala xebatê li ser xebata xwe ya neteweyî-demokratîk berdewam bin, û refên xwe bihêztir û qahîmtir bikin, û sersala nû pîroz bikin.