Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ derheq hatina newrozê çalakiyên teblîxî bi rê ve birin

17:24 - 22 Adar 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya hatina sersala nû a Kurdî li navçeya Jawero çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,endam û alîgirên PDKÎ li gund “Serhûye” a navçeya Jawero posterên newroza hizbê bilav kirin.

Ew cihên ku çalakiya teblîxî tê de bi rê ve çûn, weha ne:Jûrawayî, Xwarawayî, Dêhyarî, Serhûye, Kitêbxaneyên Serhûye, Derdora mizgewta Serhûye û hemû kolanên wê.

Herwisa xelkê welatparêz ê gundê “Siwêwê” ya hilkevtî li 7 km ya bajarê Bane rêûresma îsal ya gundê xwe bi diruşma “Li vir kes nîştiman nafiroşe, belku di pêxema nîştiman de em dimirin” dest pê kirin.

Li gora vê nûçeyê ciwanên xetîrbidest bi hilgirtina pilakardekê ku li ser hatibû nivîsandin: “Li vir kes nîştimana xwe nafiroşe, belku em di pêxemê de dimirin” rû li xelkê beşdar ê merasimê kirin, ku digel çepikên beşdaran û kêfxweşiya amadebûyiyan berbirû bû.

Ji aliyekî din ve ciwanên welatparêz ên gundê “Deretifê” yek ji dîwarên vî gundî bi alaya pîroz xemilandibûn, ku ew yek bû sedema kêfxweşiya xelkê vî gundî.

Herwisa keçên bibawer ên Kurdistanê, li Bokanê bi nivîsandina diruşma “Newroza Camaneya pîroz be” pêşwazî ji newrozê û sersala nû kirin.