Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna neteweyî a Newrozê di çiyayên Kurdistanê de bilind hate ragirtin

21:58 - 22 Adar 2018

Kurdistanmedia: Beşek ji pêşmergên PDKÎ yên ku di sînorên Kurdistana Rojhilat de cihgîr in, bi şahî û keyfxweşiyê pêşwazî ji sala nû a Kurdî kirin.

Êvariya roja Sêşemî 29`ê Reşemehê û di demên herî dawiyê yên sala derbazbûyî de, “Xakîpûşên” (Kincgewrên) Hêza Taybet di çiyayên Kurdistanê de bi hilkirina agir û gêrdana dîlanê, sala 2718`an a Kurdî pîroz kirin.

Ev pêşwaziya bicoş û heyecan a pêşmergên PDKÎ ji sala nû, di yek ji binkeyên Hêza Taybet û di hewayeke zivistanî de, li ser çiyayên ku befir bi xwe girtibûn, hate lidarixistin, û bi şahî û dîlanê, û tevî hêviya gihîştin bi azadî û rizgariya Kurdistana Rojhilat bi rê ve çû.

Di vê koma dostane de, di destpêkê de ji bo rêzgirtina ji riha pak a şehîdên hizb û gel, bi taybet şehîdên Rasanê, deqeyek bêdengî hate ragirtin, û piştre pêşmergan tevî pîrozbahîgotina sala nû bi yektir, dest bi vê rêûresma şahiyê kirin.

Xalib Hebîbî kadrê siyasî yê Hêza Taybet derheqê newroza Kurdî û sembola newroza “Xakîpûşan” axivî.

Naveroka vê rêûresmê pêk hatibû ji: pêşbaziya li ser zanyariyên giştî, û serpêhatiyên xweş, û lîstokên Kurdewarî û kombûna li devra sivka taybet (sifreya taybet) ku ji bo newrozê hatibû danîn.

Ev rêûresma heyanî derengiya şevê bi dîlan û şahiyê dom hebû.