Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê spasnameyek belav kir

15:43 - 24 Adar 2018

Kurdistanmedia: Bi armanca rêzgirtina ji xelkê Kurdistanê di hemberî birêvebirina bicoş ya cejna neteweyî ya newrozê, Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, spasnameyek rû li xelkê Kurdistanê belav kir.

Deqa spasnameya wan weha ye:

Hevwelatiyên rêzdar!
Xelkê xebatkar ê Rojhilata Kurdistanê!


Ji aliyê Navenda Hevkariya Hizbên Siyasî ên Kurdistana Îranê ve, em bi dil spasiya hemû aliyekî dikin ku di asteke bilind ya neteweyî de, pêşwaziya daxwaza me kirin, û îsal jî bi coşeke mezin ve, merasima kuleçarşemiyê û cejna pîroz ya newrozê bi rê ve birin. Serbarê vê ku rejîmê hewl da merasimên newrozê bêne dewletîkirin, lê serkevtî nebû.

Em wekî hêz û aliyên siyasî ên Kurdistana Îranê tevî pîrozkirina cejna we ya sersala nû ya Kurdî, vê yekê tînin bîra we, ku yekdengî û yekrîziya aliyên siyasî û palpiştîkirina xelkê Rojhilata Kurdistanê bi giştî dikare wekî baskeke bihêz ya neteweyî berbe canê dagîrkerê maf û azadiyên me, û hevdem di hemû egerên dijwar de, wekî îradeya takekes û civaka Kurdî, hemû demê bo pirsa netewe û parastina bergirî ji qedera neteweya Kurd, di qadê de amade be.

Herwek em dizanin serbarê arîşeyên neteweya me li Başûr û Rojavaya nîştiman û karesata dilêş ya erdheja Kirmaşanê û kuştar û îdama rojane ya ciwanan û kasibkarên Kurd, ji aliyê rejîma djîmirovahiyê ya Komara Îslamî ve, em ber bi pêşwaziya ji newrozê û sersala nû ya Kurdî ve çûn,û cejna newrozê jî di asteke seraserî û neteweyî di hemû bajar û bajarok û gundên Rojhilata Kurdistanê, bi kincên Kurdî û axabanî û hewrî û gulên sor ku daxwaza me bû, bi rê ve çû.

Newroz tevî biyavê kulturî û boneyek ji bo kêfxweşiyê, nîşan û sembola berxwedanê û roja berxwedana li hemberî zalim û stemkaran e, û xelkê hişyar ê Kurdistana Îranê gellek bi başî, ew peyam gehandin guhê deshilata zordar ya Îranê.

Hikûmeta Îranê wekî siayseta hertimî xwast ku bi alavê serkut û tirsandin û be`ecandinê berbirûyê xelkê be, lê xelkê Rojhilata Kurdistanê di çendîn ciyan, bo mînak gundê Nê ya Merîwanê berbirûyê wan bûn, û bi hesteke şoreşgerane û neteweyî cejna newrozê pîroz kirin.

Em careke din pîrozbahiyê dibêjne hemû civatên xelkê Kurdistanê, û peymanê digel wan nû dikin, ku ji hemû derfetekê bo yekdengiya di pêxema bidestxistina azadiyê, bo xak û xelkê Kurdistanê mifahê wergirin.

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê

03.01.1379`an