Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 10 terorîstên saybêrî ên rejîma Îranê xistin rîzbenda dorpêçan de

16:27 - 24 Adar 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Xizînedariya Amerîkayê 10 hevwelatiyên Îranî û navendeke ser bi rejîma Îranê tehrîm kir.

Li gora daxuyaniya Wezareta Xizînedariya Amerîkayê di roja Înê 23`ê Adara 2018`an de, navendek û 10 kesên Îranî ku êrîşa saybirî kirin ser navendên Amerîkayî û navneteweyî û zanyarî dizîne, ji aliyê Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ve ketin rîzbenda tehrîman de.

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê di vê derheqê de eşkere kir ku beşa çavdêriya heyiyên (darayiyên) derve ên Amerîkayê bi hemahengiya Wezareta Dad, li gora yasayê dest bi ser heyiyên wan kesan de digre, ku çalakiya têkderane ya saybirî kirine.

Di vê daxuyaniyê de hatiye:Wan kesane gellek zanyariyên binirx ji sedan zankoyên Amerîkayî û kompaniya û medyayên vî welatî dizîne, û di amarekê de îşare bi vê kirine ku 31 Tirabayt zanyarî ji navendên zanistî û ji 144 zankoyên Amerîkayî û ji 176 zankoyan li raserî cîhanê dizîne.

Ew navenda Îranî ku alîkariya wan kesan kiriye, û hêsankarî ji bo wan kiriye ku çalakiya saybirî bikin, navenda “Mebna” ye.

Nasnameya wan hekkeran weha ye: Xulamriza Ref`e`tnijad, Îhsan Mihemedî, Seyîd Elî Mîrkerîmî, Ebdullah Kerîma, Mistefa Sadiqî, Secad Tehmasibî, Mihemedriza Sebahî, Rûzbêh Sebahî û Ebûzer Gewherî muqedem û Bêhzad Misrî.

Li gora vê daxuyaniyê zanyariyên hatî dizîn, ji aliyê van kesan ve di berjewendiya Spaha Pasdaran de hatine bikaranîn.