Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çû ser dilovaniya xwe

21:34 - 24 Adar 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ li bajarê Pawê, çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,”Ebdullah Mihemedî” kurê “Ebdullqadir Xurşîdî” li sala 1332`an di gundê “Daryanî” a girêdayî bajarê Pawe, di malbateke zehmetkêş de hatibû dinê, û heyanî pola şeş a destpêkî ders xwendibû, lê bi sedema nebaşbûna rewşa aborî dest ji xwendinê kêşabû, û ji bo dabînkirina dahat û bijêva jiyana xwe, ber bi bajarên curbicur yên Îran û Kurdistanê çûbû.

Di sala 1353`an de, di bajarê Nexedê de ji aliyê SAWAK`ê wate hêza ewlehî a wê demê ve hatibû girtin, û herwisa pêş ji şoreşa gelên Îranê jî bibû bi endamê PDKÎ û ji bo heyama 3 salan pêşmergê PDKÎ bû.

Di 1`ê Newroza 1397`an de, bi sedema ravestana dil çû ser dilovaniya xwe.

Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.