Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ rastî êrîşên terorîstî tên

21:51 - 24 Adar 2018

Kurdistanmedia: Ji aliyê hin kesên nenaskirî ve êrîşî ser mala endamekî PDKÎ hate kirin.

Li gora rapora gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, di çend şevên derbazbûyî de, di 27`ê Reşemehê de hin kesên nenas êrîşî ser mala endamekî PDKÎ yê bi navê “Roxzad Sulêmanpûr” di bajarê Sulêmaniyê a Kurdistana Başûr kirine û hewl dane da ku mala wî agir berdinê.

Hewceyî basê ye ku, di çend şevan pêş ji vê bûyerê de jî, ji aliyê kesên nenas ve gulle berdane ser mala birayê navbirî, lê mixabin heyanî niha encamderên wan kiryarên terorîstî eşkere nebûne.

Roxzad Sulêmanpûr kurê xwedêjêrazî “Hemexan Sulêmanpûr”, e ku xwediyê çar şehîdên serbilind yên PDKÎ ye.

Ev bûyerane piştî vê çê bûne ku, di heyama çend mehên derbazbûyî de, rejîma terorîstî a komara Îslamî a Îranê, givaş xistiye ser endamên PDKÎ, yên ku di Kurdistana Başûr de akincî ne, her di vê derheqê de di 10`ê Reşemeha 1396`an, terorîstên rejîma Tehranê di bajarê Hewlêrê de, bi danîna bombeyekê di nav tiromibîla “Selah Rehmanî” endamê çalak yê hizbê, bûne sedema vê ku kurê navbirî yê bi navê “Sebah” şehîd be.