Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza Tengîserê morala neyaran têk şikand

20:47 - 25 Adar 2018

Kurdistanmedia: Xelkê şoreşger yê gund û bajarên Kurdistanê, bi awayekî destanrêsane rêûresmêa Newroza Kurdî lidar xistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 4`ê Xakelêweya 1397`an, xelkê gundê “Tengîser” a qehreman bi boneya sala nû, rêûresmek berfireh lidar xistin û bi agirê Newroza Kurdî berbûne canê neyarên Kurd.

Di vê rêûresmê de, hezaran hevwelatiyên qehreman û xebatkar bi lixwekirina kincên Kurdî beşdarî kiribûn.

Hevdem beşdarên rêûresma Newrozê di gundê Tengîserê de, bi lixwekirina kincên Kurdî û axabaniyê(Cemedanî) beşdarî vê cejnê bibûn.

Her di vê rêûresmê de, alaya Kurdistanê ji aliyê xelkên gundê Tengîserê ve hat bilindkirin, ku bû cihê keyfxweşiya xelkên wî gundî.

Di doma birêvebirina Newroza Kurdî de ji aliyê xelkê Kurdistanê ve, di roja derbezbûyî de, di gundê “Texte”, a girêdayî bajarê “Jawaro” a ser bi parêzgeha Sine, rêûresma Newroza Kurdî bi awayekî berfireh û bi lixwekirina kincêîn Kurdî û axabaniyê(Cemedanî” hat lidarxistin.

Lidarxistina rêûresma Newrozê, bilindkirina alaya Kurdistanê, encamadana çalakiyên teblîxî û çalakiyên curbicur di demekê de ne ku, rejîma Îslamî a Îranê, hemû hewla xwe xistiye ger, bona vê ku pêşî ji birêveçûna rêûresma Newroza Kurdî di Kurdistanê de bigire.