Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dirêjîderên rêbaza şehîdan serdana cihê destanrêsiya “Qereseqel”ê kirin

22:41 - 25 Adar 2018

Kurdistanmedia: Desteyek ji evîdarên rêbaza pirr ji serbilindî a şehîdan û dirêjîderên riya wan ji bo nûkirina soz û peymana xwe digel şehîdên Qereseqelê serdana wî gundî kirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, çend rojan berî niha desteyek ji têkoşerên Demokrat û dirêjîderên riya pirr ji serbilindî a şehîdan, serdana cihê destanrêsiya qeheremanên Demokrat di gundê Qereseqela girêdayî bajarê Şinoyê kirin.

Di vê serdanê de tevî rêzgirtina ji riha pak a şehîdên Qereseqelê, soz û peyman ji bo domandina riya pirr ji serbilindî a şehîdan û bi taybet şehîdên Qereseqelê nû kirin.

Di 26`ê Cozerdana 1395`na de desteyek ji kadr û pêşmergên PDKÎ ku ji bo birêvebirina erk û wezîfeya siyasî û rêkxistinî di devera Şinoyê bûn,ji bo bêhnvedanê çûbûne gundên “Qereseqel” û “Sergîz”ê, ku her di wir de rastî êrîşa hêzên rejîmê hatibûn, û ew jî neçar bibûn berevaniyê ji xwe bikin û di encamê de jî şer û pevçûneke giran û bixwîn di navbera pêşmergeyan û hêzên rejîma dagîrker derketibû, ku 10 demjmêran dom kiribû.

Di vî şerî de çend pêşmergên cangorî yên hizbê piştî şerekî qehremanane şehîd bûn, û dehan kes ji fermander û caş û pasdarên rejîmê jî hatin birîndarkirin yan hatin kuştin.

Hêzên rejîmê bi awayekî dirindane mal û milkê xelkê wî gundî dabûne ber gulleyan, û gellek zirar gihandibûne mal û milkê xelkê wî gundî.