Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hacker”ên Spaha Pasdaran xwendekar jî kiribûn armanc

15:56 - 27 Adar 2018

Kurdistanmedia: Ew êrîşên “Hacker”ên Îranî, ku li dijî 144 zanîngehên Amerîkayê û 176 zanîngehan di 21 welatên cîhanê de pêk hatibû, xwendekar jî kiribûn armanc.

Navendeke taybetî ya Amerîkayê bi navê «Phishlabs» ji sala 2017`an şûnda çavdêriya êrîşên saybirî ên Spaha Pasdaran kiriye.

Li ser bingeha zanyariyên vê navenda tayebtî bû, ku Wezareta Xizînedariyê bi hevaheniya digel Wezareta Dadê ya Amerîkayê “Hacker”ên kompaniya bi navê “Mebna” di Îranê de dîtin, û 10 kesên ser bi vê kompaniyê xistin nava rîzbenda tehrîmên Amerîkayê de.

Wan 10 kesan zanyariyên ku ji wan zanîngehan bi dest dixistin, didane Spaha Pasdaran, û gellek zanyarî jî, bi taybetî zanyariyên zanistî û hinek ji pirtûkên zanîngehên Amerîkayê û çend welatên din, bona berjewendiyên şexsî û bidestveanîna dahatê bi kar dianîn.

Navenda Amerîkayî ya bi navê « Phishlabs» pêka şarezayiya xwe karîbû ku “Hacker”an nas bike, ku 750 caran êrîşa saybirî kiribûn ser navendên cur bi cur ên zanistî ên Amerîkayê.

Lêkolînvaneke FBI di vê derheqê de dibêje: Gellek balkêş ew bû ku, “E-mail”ên ku “Hacker”an bi kar dianîn, gellek rast û dirust xûya dikirin. Zimanê “E-mail”an jî tewaw bê şaşî û jîrane bûn. Naveroka wan tewaw lojîk bûn, û dikarîn kesekî xwendekar jî bi hêsanî bixapînin.

Li gora gotina navbirî ji bilî zanîngehan, carekê wan “Hacker”an êrîşî ser taqîgeha neteweyî ya bi navê “Lûs Alamûs” di “Santafê” de kiribûn. Ew taqîgeha ku di sala 1943`an de yekem bombeya etomî çêkiribû, û niha jî li ser pirojeyên zanistî kar dike.