Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teberzedî: Rejîm tirîbonên cihên muqedes bo derevan bi kar tîne

15:57 - 29 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hişmetullah Teberzedî ragehand, me Îraniyan di destên girûpeke qewmî de gîr kiriye ku bi derev dibêjin azadî di Îranê de heye.

Hişmetullah Teberzedî sekreterê giştî ê “Cibheya Demokratîk ya Îranê” di bersiva peyama newrozî ya Trump serkomarê Amerîkayê de ragehand, me Îraniyan di destên girûpeke qewmî de gîr kiriye ku bi navê meseb û ji tirîbonên cihên muqedes ve rojane derevan dikin, û dibêjin azadî di Îranê de heye.

Navbirî di nameya xwe de nivîsandiye:

Ez jî bîr nakim ku Obama di peyamên xwe yên newrozî de xelk û rayedarên rejîm li rex hev didanîn, ku eva zulmeke eşkere bû derheq xelkê Îranê, rast wekî danîna gur û pez li cem hev. Lewra peyamên pîrozbahiyê ên Obama ji me re dilêş û bikovan bûn, heta ku cihê kêfxweşiyê bin.

Teberzedî di doma nameya xwe de bo Trump dinivîse:

Di dema îmzakirina Bercamê de min ji girtîgehê ve name jê re nivîsand, û ew name bi berfirehî di ragehandinên Amerîkayê de deng veda, û min hişdarî dabû Obama ku nabe xelkê Îranê û mafê mirovan bike qurbaniyê berjewendiyên axûndên hakim bi ser Îranê de, lê Obama guh neda vê daxwaza me.

Ez bi xwe zêdetir ji18 salan e ku bi sedema dijayetiya Xamineyî û rejîma wî girtî me, lê ez xebata xwe li dijî vê rejîmê didomînim.

Derheq guherîna rejîmê jî navbirî daxwaz kiriye ku ew wekî cîhana azad piştgiriya daxwazên yasyaî û demokratîk ên xelkê Îranê bikin, da ku xelk bikare di referandomeke azad û demokratîk de beşdar be. Bêguman %90 a xelkê Îranê wê dengê “NA” bidin vê rejîmê.

Di dawiyê de Teberzedî bo Trump dinivîse:

Xelkê Îranê azad nînin da ku bikarin spasiya we bikin, lê ez we xatircem dikim heta xebatkarên wekî min hebin, hekî di reşçalên rejîmê de bibin qurbanî jî, emê vê yekê bêjin ku, di pêşerojê de baştirîn dost û hevlabned bona aştî û pêkvejiyanê di herêm û cîhanê de, wê xelkê mezin ê Amerîkayê be.