Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşek “Bazên Zagros”ê di gundê “Nê” de, rejîm heyrîmayî kir

16:55 - 29 Adar 2018

Kurdistanmedia: “Bazên Zagros”ê di şerekî bernamedarêtî de, êrîşî ser hêzên dagîrker yên rejîma Îslamî a Îranê kirin.

Vêblaga “Bazên Zagros”ê di nûçeyêkê de belav kirine ku, “Bazên Zagros”ê di gundê “Nê” de çalakiyeke qehremanane encam dane, û herwiha êrîşên “Bazên Zagros”ê di deverên cuda-cuda yên Rojhilat de berdewam in.

Li gora vê raporê, “Bazên Zagros”ê ji ber nîzîkbûna 10`ê Xakelêweya 1397`an, derbeyeke giran li hêzên rejîmê xistine, “Bazên Zagros”ê demjmêr 10`ê şeva Çarşemî, 8`ê Xakelêweya 2718`an Kurdî de, di devera nîştimanperwer a gundê “Nê” de, derbeyeke giran li hêzên rejîmê xistine.

Di vê êrîşa “Bazên Zagros”ê di vê deverê de, Trombîla Wezareta îtila`ata rejîma Îranê dane ber gulleyan, û ev êrîşa serkevtiyane dawî pê hat, û “Bazên Zagros”ê cihê bûyerê bi bê tu zirareke malî û canî bi cih hêlan, û xwe ji bo çalakiyeke din amade dikin.

Heyanî niha zanyariyên hûr derheqê kuştî û birîndarên rejîmê di vê êrîşê de ber dest nînin, lê li gora zanyariyên destpêkî aliyê kêm 2 kes ji çekadarên rejîmê di vê êrîşê de birîndar bûne.

“Bazên Zagros”ê ragehandiye ku, me ev êrîşa ji bo tolhildana êrîşa rejîmê bo ser xelkê gundê “Nê” di rojên destpêka Newroza Îsal de, û bilindragirtin û bîranîna şehîd Pêşewa û hevalên wî encam da.

Di heyama çend rojên destpêkê yên sala nû a Kurdî de heyanî niha jî, givaş, êrîş û gefên rejîmê li ser gundê “Nê” dom hene, û rejîm gaza rundikrêj û batûmê li dijî xelkên bêstargeh û xweragir û kolneder (nevest) yê gundê “Nê” bi kar tîne.

Di beşeke din a vê daxuyaniya “Bazên Zagros”ê de hatiye ku: Hekî her wiha rewşa ewlehiyê di gundê “Nê” de dom hebe, emê êrîşên xwe zêdetir bikin.