Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmet sebeba birrîna nanê xelkê ye

20:41 - 29 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di civîna fermandar û berpirsên ewlehiyê yên rejîmê de, li bajarê Seqizê ya digel bazariyên wî bajarî de, xelkê dijkiryar li hemberî axavtinên berpirsên rejîmê de ji xwe nîşan dan.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, berpirsên ewlehî, îdarî û nûnerê dewletê di bajarê Seqzê de, bi çavsaxiya çend kesên girêdayî rejîmê civînek ji bo bazariyan û kasbikarên wî bajarî di pasaja “Elmasa Xerb” de lidar xistin.

Di vê civînê de, tevî pîrozbahîkirina sala nû, nûnerên rejîmê hewldan dan ku tawana rewşa nebaş a niha ya jiyanê û derbazkirina xelkê, ji stûyê xwe derbixin, û bixne stûyê neyarên “ferzî” de.

Li gora vê nûçeyê, hevwelatiyên bajarê Seqizê, bi awayekî eşkere ji fermandar û şanda dewletê re gotin ku: Em dizanin hûn tu karekî ji bo me encam nadin, û daxistina sînoran bi dirêjkirina enfal û qirkirinekê dizanin ku, di Kerkûk û Efrînê de bi awayekê eşkere dest pê kiriye, û di Rojhilat de jî ew siyaset bi daxistina riya kasibiyê û qutkirina nanê sivka (sifreya) yek bi yek ji gelê Kurd di vê parça Kurdistanê de tê domandin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de radigehîne ku:
Berpirsên dewletê xeryî soz û qewlên bê bingeh tu bersivek ji bo daxwaz û rexneyên xelkê tunebûn, û bi awayê giştî axavtinên wan ji kesên guhdar re ev yeka diselimandin ku tu tiştek baş nabe, belku ya heyî jî wê xirabtir be.

Her di vê demê de jî, di Kurdistana Rojhilat de kirîza aborî bi sebeba daxistina bazarên sînorî gellek zêde bûye, û kasbikar û kesên bazarî, tevî xelkên asayî rastî bêkarî(betalî) û giraniya bazarê hatine.