Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşwaziya Makron ji Kurdên Rojava, Tirkiye êşand

15:55 - 31 Adar 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Makron serkomarê Fransayê pêşwazî ji heyeteke siyasetvanên naskirî û bibandor ên Rojavaya Kurdistanê kir, Tirkiyê bi tundî dijkiryar ji xwe nîşan da, û Fransa wekî durû bi nav kir.

Roja borî Erdoxan derheq biryara Fransayê ya derbarê navbeynkariyê di navbera PYD`ê û Tirkiyê de got: “Gelo serkomarê Firansayê xwe çi dihesibîne ku dibêje emê navbeynkariyê di navberta Tirkiyê û -bi gotina wî- terorîstan de bikin”.

Piştre serkomarê Tirkiyê gef xwarin ku ewê herin Minbic, Girê Spî, Serê Kaniyê, Hesekê û Şengalê.

Her di vê derheqê de, Firansa ku di demên herî hestiyar de pişta gelê Kurd girtiye, dîsan ragehandiye ku ew nahêlin Tirkiye êrîşî ser Minbicê bike.

Heyeta ku serdana koşka Êlîze kiribûn jî, ragehandine ku hevdîtineke pirr baş bû, û Firansa amade ye ku hêzê bişîne Minbicê.

Serbarê vê ku Tirkiye radigehîne ku şerê wan tenê li dijî PKK û aliyên girêdayî PKK ye, lê çavdêrên siyasî radigehînin her çawa ku Tirkiyê gellek caran neveşartiye ku ew li dijî pêkhatina statuyeke Kurdî ne, vê varê jî ew êrîş her di vê çarçoveyê de ne, û ew naxwaze ku statuyeke Kurdî hebe, bi taybetî niha ku gellek nemabû Kurdên Rojava bigihîjin behra Medîteranê.

Herwisa Tirkiye di hizra vegerandina sînorên xwe bo serdema împeratoriya Osmanî de ye.

Hêjayî basê ye ku şeva borî di bernameya civak û siyaset ya TRT6 de, mêhvanekî Kurd yê vê pirogramê ku şêvirmendê serokwezîrê Tirkiyê ye jî, bi eşkere got ku mafê Tirkiyê ye ku li gora madeya 51 ya yasaya şer, ji Efrînê dernekev. Herwisa bas ji vê jî kir ku Tirkiye hêdî-hêdî herêmên ku piştî hiloşîna împeratoriya Osmanî ji dest dabûn bi dest dixe, û tu aliyek nikare pêşiya Tirkiyê bigre.